Teyara Textik

4,42  -10% 3,98 

ISBN: 9786059295895

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS265
Status2 Di stokê de hene
Categories,

Dilêr Serhed (j. 1995, gundê Kanîreşê yê Gîhadîna Qerekilîsê), wekî berendamekî nivîskarîyê û berhevkarîya berhemên zargotina zimanê Kurdî, di vê berhema xwe ya pêşîn a bi navê Teyara Textik de çîrokeke gelêrî ya dirêj a bi navê Teyara Textik û çîrokeke gelêrî ya kurt a bi navê Bîbilcan û Heft Bira tevî çîroka xwe ya şexsî ya guhdarîkirina li van çîrokan pêşkêşî xwînerên zimanê Kurdî dike.

Di vê dewr û dewranê de, ku qedrê çîrokên kana xewn û xewn xeyalên afirîner bere bere kêmtir tê girtin, nivîskar û berhevkarê xort, Dilêr Serhed, amajeyê bi tiştekî zehf girîng dike, ew jî ew e ku divê em gencîneyên bîra xwe ya zargotinî ji dest nedin û bi rê û şêweyên cihêreng wan veguhêzine serdema xwe û dahatûyê. Çi ku, ne cîyê gumanê ye ku bêyî vê gencîneya navhatî çênabe ku wêjeyeke me ya neteweyî ya xurt û cîyê şanazîyê pêk bê. Ew qonax jî bi saya serê vê pûtepêdanê dê berdewam bibe, çawa ku Dilêr Serhed dibêje:

“Em bi malbatî îşev li dora tenûra germokî civîyane. Ji ber ku bavê min soza du heb çîrokan dabû me. Erê, yek jî çîrok hene, ên ku me aş dikin, dibine sebra dilan û dibine stargeha me zarokan. Çîrokên ku zarok bi zarok ’emir derbas kirine.

Bavê min çîrokbêjekî xweşik e li ber dilê min. Nizanim bavê min li hinde çîrokan ji kû guhdarî kiriye û rêzî hişê xwe kirine. Bi tenê bi gotina cîya min, bavê min di biçûktîya xwe de zarokekî zehf yanser î bi rik bûye, tiştê ku ew aş bikira jî çîrokên kalikê min bûne û çîrokên civatan bûne ku di dîwanan de têne gotin.”

Dilêr Serhed girîngîya çîrokên dêrîn ên bav û kalên me careke mayîn tîne bîra me.

Agahî

Weight 0,23 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Ziman
Rûpel
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613