Folklor û Edebîyat Gelerî

9,28  8,63 

ISBN: 9786052246337

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVESTA083
Status7 Di stokê de he ne
Kategorî,
Folklor wek çanda nenivîsandî ya gelekî an jî herêmekê qadeke zêde berifereh e. Gelek sehayên folklorê hene ku lêkolînerên qadê hê ji destpêka avakirina vê disîplînê ve bi dabeşkirina van sehayan re mijûl dibin û yek ji wan sehayên girîng jî edebiyata gelêrî ye. Wek disîplîneke zanistî dîroka folklorê digihîje 140 sal berê, lê berî wê jî xebatên di vî warî de hene. Lêkolîn û lêgerînên derbarê folklor û edebiyata gelêrî bêhtir di bin bandora pêla romantîzmê de di dawiya sedsala 18an de xuya dibin û dîsa bi bandora vê pêlê  li seranserê cîhanê belav dibin. Bi demê re jî ev xebat, lêkolîn û lêgerîn wek disîplîneke serbixwe ya zanistî bi encam dibin ku nêrînên cuda, polînkirina sehayên disîplînê jî bi xwe re tînin. Mînakên xebatên folklora kurdî yên ku bi bandora vê pêlê ve bên girêdan di serê sedsala 20an de tên dîtin û ew jî bêhtir mînakên edebiyata gelêrî ne. Dikare bê gotin ku xebatên heta îro hatine kirin jî bêhtir di vê çarçoveyê de ne. Herçiqasî di salên dawî de hinek hewldan hebin jî, belkî têkildarî rewşa kurdan ya giştî û ya xebatên kurdî, ev xebat negihîştine asta disîplîneke serbixwe. An jî di kurdî de xebatên bi vî rengî gelekî kêm in. Loma îro pêwîstiya xebatên folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî bi xebatên di çarçoveya akademîk de hene û Folklor û Edebiyata Gelêrî jî ji vê pêwistiyê derketiye meydanê. Di vê xebatê de bi giştî wek disîplînekê folklor, tevî dîrok û sehayên wê; edebiyata gelêrî li gel binbeşên wê û herweha dîroka folklora kurdî; ceribandinên sehayên folklora kurdî û edebiyata gelêrî ya kurdî li gel mînakan dikare bê dîtin. Hêvî ew e ku ji aliyekî ve bibe alîkar ji bo xwendekar û eleqedarên folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî û ji aliyê din ve jî rê li ber niqaş û xebatên nû veke.
Weşanxane: Avesta
Nivîskar: Necat Keskîn
Wergêr:
Cûre: Folklor
Rûpel:
Zîman: Kurdî
Sal: 2019
Pîvan:
ISBN: 9786052246337

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Kategorî
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613