Folklor û Nasnameya Kurdî ya Netewî

14,62  13,16 
-10% indirimli

ISBN: 9786052246221

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVES-092
Status6 Di stokê de hene

Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî, rola xebatên folklore di geşekirina nasnameya kurdî ya neteweyî de vedikolîne. Binemaya vê xebatê, nemaze nivîs û weşanên di navbera salên 1898-1946 de weşiyane ku zêdetir ên rewşenbîrên Bakur in.Herweku tê zanîn, di navbera xebatên folklorê û geşekirina hizra netewetî û nasnameya neteweyî de pêwendiyeke xurt heye. Li gelek welatên cîhanê, li ser vê babetê bi sedan lêkolînên akademîk hatine encamdan. Rewşenbîrên kurd, di serê sedsala 20. de di nav gelek tevgerên siyasî û rewşenbîrî de cih girtine. Ji bilî xebatên din, wan li ser edebiyat û folklora kurdî jî lêkolîn kirine. Ji nivîsên wan diyar dibe ku haya wan ji rewşenbîrên Rojavayî hene, bi rewşenbîrên Osmanî re jî têkildar in û xebatên wan dişopînin. Herweha ji girîngîpêdana wan a ji bo berhevkirin û parastina keresteyên folklora kurdî jî aşkere ye ku ew di bin karîgeriya netewetiya romantîk a sedsala 19. de ne. Wan hewl daye ku bi rêya nîşandana keresteyên folklorê îspat bikin ku kurd xwedî nasnameyeke neteweyî ne, yek ji niştecihên qedîm ên Rojhilatê ne. Lê belê ev dewlemendî bêxwedî ye, di bin xweliya windabûnê de maye û nayê zanîn. Divê ev kereste bi metodên zanistî werin berhevkirin, tomarkirin, parastin û vejandin. Wan di gotarên xwe de gelek caran amaje bi girîngiya keresteyên folklorê û nasnameya kurdî ya neteweyî kirine.Ev lêkolîn, nivîs û çalakiyên rewşenbîr û dezgeyên kurd di pêwenda hemandemîbûna geşedana nasnameya neteweyî û xebatên folklorê de dinirxîne. Herweha aliyên wan ên edebî û zanistî vedikolîne û ji aliyê dîroka xebatên folklora kurdî ve girîngiya wan nîşan dide. Di encamê de jî hewl dide ku dîroka lêkolînên folklora kurdî li gorî taybetmendiyên serdeman dabeş bike.

Agahî

Weight 0,45 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613