“Siltanê Kurdistanê” babeteke destanên qehremaniyê ye. Wext bi wext gelek versiyonên vê destana netewî hatine çêkirin. Kurd nizanin yekem nivîskarê vê destana bêhempa kî ye. 3000 rêzên helbesta klasîk di Serdema Navîn de derketine holê. Qirkirina netewa kurd û hilweşandina pirtûkxaneyan, nivîsên orijînal ên bi dest hatine nivîsandin dane windakirin. Nusxeya ku em li ser xebitîne, waneyeke gelêrî ye, her wiha di nav malbatek ji malbatên dengbêjên kurd de, yên ku kevneşopiya helbesta gelêrî berdewam dikin, bi rewşeke olî hatiye veşartin.
Berî her tiştî min û Mîr Kamiran Bedirxan, ji vir de û wê de, ji rêzên bi coş bigire, yên ku tê de şayesandinên xweşbîn û coşdar derbas dibûn, hetanî gotinên bêkêr, me jê avêtin. Me perçeyên jê avêtin qet bikar neanîn, her wiha çarînek, rêzek û nîv-rêzek feda kirin, me ev berhema hanê ji ambîansa wê neqetand û em girêdayî wergera rewşeke taybet bûn. Wexta qala şayesandina şer û serayan bihata kirin, bikaranînên zêde yên mecazî û nitirandî ku nivîskarê ewil xwe bi wan bêhtir nîşan dide, dê xwendevanên rojavayî yên biaqil û baldar aciz bikirana, ango hewceyiya wan bi ecêbmayîneke teze ya baldariyeke gav bi gav jinûve-zindî dike qet tune ye ku ev baldarî bi piroletiyên dorhêlê û miskîniya xwezayî ya şêniyên vî welatî bêhtir giran dibe. Li ser bûyerên hestiyar û psîkolojiya qehremanan tu hilbijartinek çênebûye. Rewşên helbesta giran û pak, dilê me bijand ji bo ku em ronahiyeke rast a zimanê fransî bidin wan.
Adolphe de Falgairolle