Mişk û Mirov

5,28  4,91 

ISBN: 9786055683382

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-087
Status3 Di stokê de hene

Sala 1929’an, dema ku li Emerîkayê borsayê top avêt û Hilweşana Mezin a Aborî (Great Depression) rû da, çawa ku hem li Emerîkayê, hem jî li cîhanê hevsengiyên dewlemendiyê li bin guhê hev ketin, karesatên mezin jî li jiyanên ‘mirovên biçûk’ qewimîn.Wan salan, li parêzgeha Californiayê ya Emerîkayê, du mirovên bi navê George Milton û Lennie Small, di nava wan şert û mercên dijwar de, ji bo ku xewn û xeyala xwe ya kirrîna pirtikek erd bi cî bînin û derkevin firêqetiyê, lewma jî wan divê hinek pere qezenc bikin, çewlik bi çewlik digerin û dawiyê, riya wan bi çewlikekê dikeve, ku li Geliyê Salinasê, li nêzîkî Soledada Californiayê ye. George yekî hûrik, jîr û kone ye, lê berevajî wî, hevalê wî yê sêwî û bê kes û kûs, Lennie, ku yekî terrikî û xurt e, lê piçekî hişsivik û dînikî ye û timî derdeseriya George e, ji mistdana mişkan, kêvrîşkan û her tiştekî nerm hez dike, lewma jî, her cara ku zindiyekî mist dide, wî dikuje. Her du hevalên li pey xewn û xeyala xwe û nanê xwe, dema ku Lennie di vê çewlika nû de bûka xwediyê çewlikê dikuje, esas vê carê li tehta mezin rast tên…Mişk û Mirov. Novela nivîskarê Emerîkan ê mezin, John Steinbeck (wergirê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 1962’yan), ku Steinbeck xwe spartiye ezmûnên xwe û nivîsandiye. Çîroka George û Lennie. Çîroka du belengazên ku li pey xewn û xeyala xwe diçin. Çîroka hevaltiyeke diltezîn. Klasîkeke berra, ku ji hingî ku weşiyaye, bûye yek ji deqên wêjeyî yên ku herî pirr têne gotûbêjkirin. Çîrokeke ku wê xwendevan çu carî nikaribe ji bîr bike. Bi Kurdiya wergêrê nûhatî, Xalis Xerzan.

Agahî

Weight 0,17 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Werger
Sal
Pîvan
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar