Ev berhem, romana Baba Îshaqê Semsatî ye.
Ev roman dê dîwarên li dora rastiya Baba Îshaq hatî hûnandin hilweşîne, bi balkêşiya çîroka xwe wê der barê kesayetiya Baba Îshaq de tevahiya ezberên heta roja îro di serê kurd û tirkan de hatî veçinîn xira bike.
Romana ku bi zimanekî zelal û kurmanciyeke kubar hatiye vegotin, hem bi çîroka xwe, hem bi vegotina xwe deriyekî nû li ber edebiyata kurdî vedike. Xwînerên xwe radike, dibe li labîrentên sedsala sêzdehan a nepen digerîne.
Raperîna ku di sala 1240’î de li gundê Kefersûtê destpêkirî, Siltanê Selçûkiyan Xiyasedîn Keyxusrew gelekî ditirsîne. Cih li wî teng dike, direve diçe xwe di qesra xwe de vedişêre.
Baba Îshaq, weke hin kesên nijadperest gotî ne derwêşekî tirkmen, kurdekî ji bajarê Semsatê ye, di eslê xwe de ew ji binemala Keyên Komagenê ye. Baba Îshaq perwerdeyeke gelekî baş dîtîbû û ew heyranekî Baba Tahîrê Hemedanî bû.
Dema ku wî dergahê xwe ji gundê Kefersûta ku bi bajarê Semsatê ve girêdayî ava kir, ew der di destê binemala Eyûbiyan de bû, kurê Siltan Selehedîn Eyûbî, Melik Evdal hakimê bajarê Semsatê bû. Gava ku desthilatdariya Semsat û derdorên wê guherî, ji destê Eyûbiyan kete destê Selçûkiyan zilm û zora li herêmê pir bû. Baba Îshaq jî li ser vê yekê kurdên herêmê rakirin ser piyan û raperîneke bi xwîn da destpêkirin.
Herçiqas ku Baba Îshaq, malbata wî û peyrewên wî, tevî gelek bawermendên ji Riyaheq hatin kuştin jî, divê bê zanîn ku Baba Îshaq û hevrêyên wî navê xwe li asîmanê dîroka mirovatiyê bi tîpên zêrîn dane nivisîn.
Hûnê di vê romana dîrokî de bi tama romanê gelek agahiyên pir hêja der barê Baba Îshaq de bibînin