Di Gotinên Pêşîyên Kurdan de Jin-Mehmet Oncu
Jin û Rûmeta Wê di Çanda Kurdî de
Şaristaniyên ku li gerwêrka me hatine pêkanîn, di her dem û qada xwe de mohra jinê ragirtine. Gava mirov bi taybetî û bi awayekî berfireh li çand û kelepora kurdan dinêre, dibîne ku jin di dîroka kurdan de rûmeteke mezin hebûye. Jin di jiyana komelî de roleke giranbiha û qedirbilind xweş nîşan dide.
Navên jinên ku di serdema antîk de têne bikaranîn, di nav kom û civakên kurdan de jî bûn navên yekkiteyî yên weke: “Zîn, Bes, Raw, Tum, Zel, Hen, Zêz, Zêw, Meyr, Kej, Cûn, Nar, Gust, Gar” û hwd. Gelek ji van navan jî navên xwedawendan bûn. Her wiha, di her dem de, mirov tesîra afirîneriya jinên kurd di kelepora xwe de bi çavik hunane dibîne.
Ev berhem tevahî ji gotinên pêşiyan pêk tê, ku li ser jinê hatine gotin. Mirov di vê berhemê de, qedr û qîmeta ku civaka kurdan daye jinê dibîne. Ev berhem, berhemeke ku di deste her kesekî de hebe.
Nivîskar hemû gotin şîrove kirine û çîrokên gelek gotinan jî dane. Her wiha, waryantên wan jî bi gotina esasî re hatine dayîn. Vê yekê jî dewlemendiyeke cuda daye berhemê.
Ji bo hemû berhemên Weşanên Sîtav vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Mehmet Oncu vir bitikînin