Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê

6,48  5,51 
-15% Erzanî

ISBN: 9786059295314

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-076
Status2 Di stokê de hene
Categories

Dîroka wêjeya modern a Kurdî dişibe dîroka dema modernîzmê a Kurdan. Di warê siyasetê de çawa dîroka Kurdan qet qetî be dîroka wêjeyê jî wiha qet qetî ye û bi qonaxan û nifşên wan qonaxan ve girêdayî ye. Di wêjeya modern de ji ber vê yekê em nikarin behsa herikîn û veguherîneke diyalektîk bikin. Ji diyalektîkê zêdetir bi peywendiyeke diyakronîkî bi siyasetê ve girêdayî ye. Piranî piştî siyasetê wêjeyê destpê kiriye. Ji lewra jî piranî têkiliya wêje û siyasetê têkiliyeke organîk e û vê yekê bandor li naveroka wêjeyê jî kiriye.Ji ber ku wêjeya kurdî a modern bi siyasetê ve girêdayî ye xwedî tezekê ye herdem. Siyaseta Kurdî xwedî kîjan tezê be wêjeya Kurdî jî xwedî heman tezê ye. Loma jî ji çawabûna wêjeyê û estetîka wê bêtir tez derdikeve pêş. Ev tişt di wêjeya Kurdî a modern de ji bo hemû qonaxan derbasdar e. Wêje ji bo wê tezê bide ispatkirin dîdaktîk û propagandîf tevgeriyaye. Her car li çîroka bingehîn a esas vegeriyaye. Ger car caran dest avêtibe çîrokên cihê cihê jî a soxî ew jî bi çîroka bingehîn ve girêdane. Mijarên ku hildane dest û estetîze kirine bi çîrok û mijara esas ve girêdane û xistine xizmeta teza ku xwestine ispat bikin. Ji ber hebûna tezê jî wêjeyeke reaksiyonel e pirê caran.Yek ji wan qonaxan jî qonaxa Tîrêjê ye. Tîrêj di sala 1979an de dest bi weşana xwe kiriye ku ew dem bi xwe wekî serdemekê dibe ku bê pejirandin. Lewra li Komara Tirkiyê û gelek deverên Cîhanê siyaset dînamîk e. Dewletên Cîhanê bi piranî bûne di nav pakta NATOyê û VARŞOVAyê de sef girtine û şerê psîkolojîk didome. Di dema vî şerî de jî hemû tişt wekî alaveke şerê psîkolojîk hatine bikaranîn. Wêje û huner jî wekî alav hatine bikaranîn. Di vê serdemê de di nava Kurdan de jî siyaset gur bûye û gelek rêxistin û partî ava bûne. Doza van partiyan bi piranî azadiya Kurdan û pergaleke sosyalîst e. Kovara Tîrêj jî di nava van mercan de û bi siyasetê ve girêdayî dest bi weşana xwe kiriye. Ev yek bi xwe taybetiyeke wê ya balkêş e lê heta niha tu lêkolînên akademîk li ser nehatine kirin.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar