Matmayînên Ronyayê

6,78  6,31 

ISBN: 9786059295147

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUmatmayinen-ronyaye
Status2 Di stokê de he ne
Kategorî
Sêyemîn pirtûka helbestan a helbestkar, wergêr û weşanger Lal Laleş, Matmayînên Ronyayê, di nava weşanên Weşanxaneya Lîsê de derket!
Weşanxaneya Lîs a ku navenda wê li Amedê ye, bi hûrbînî û dûrebînî bi xebatên xwe yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî yên xwedî ast î curecur berdewam e. Weşanxaneya Lîs a ku çi werger çi jî telîf wekî roman, helbest, çîrok, lêkolîn û kurdzanî, li jêr rêzên pirtûkan ên ciyawaz, heta niha ji 150’yî zêdetir pirtûkên bi Kurdî çap û belav kirine, bi heman perspektîfa weşangeriyê, ji welêt ber bi cîhanê deriyên wêjeyî vedike, ji cîhanê jî gelek berhemên nemir diyarî xwendevanên zimanê Kurdî dike.
Lal Laleşê (1975, Qoser, Mêrdîn) helbestkar, wergêr û weşanger ê yek ji girîngtirîn endamên Nifşê Rewşenê, yê xwediyê pirtûkên helbestan ên bi navê Berbejna Rê (Weşanên Belkî, Amed, 2003) û Deqên Qesas (Weşanên Lîs, Amed, 2009), ku çapên wan ên ewil qediyane, piştî du salan, bi helbestên xwe yên terr û teze yên li jêr navê Matmayînên Ronyayê derkete pêşberî xwendevanên xwe.
Ciyê baweriyê ku Lal Laleş bi qasî ku bi helbestkariya xwe ve di nûkirina zaravayê Kurmancî yê Kurdiya me de heta niha bûye xwedî roleke ku çênabe bê mandelkirin, ew her wiha wergêrekî jêhatî ye, yê ku heta niha berhemin ji Tirkî, ji navên wekî Küçük İskender, Ahmet Telli, A. Hicri İzgören (li gel Yaqob Tilermenî), Sema Kaygusuz, Murathan Mungan (li gel Îrfan Amîda), Mehmet Çetin (li gel Kawa Nemir), Cuma Boynukara (li gel Rêzan Tovjîn û Fehîm Işik) û Yavuz Ekinci wergerandine Kurdî.
Matmayînên Ronyayê ya Lal Laleş, dîwana ku bi hêz û şiyana dawerivandina Kurdî ve xwe li kûrahiyên zimên radikişîne, movik bi movik, kurt û bi Kurmancî bi pêş de tê, ji 20 helbestên kurt ên ku bi lalîya xwe dipeyivin pêk tê. Ev helbest di nava qewareya xwe ya teng de naverokên berfireh radiçînin, pevgirêdanên helbestî yên xef î qewîn li tevnê dixin û xwendevanê jîr û jêhatî di nava mîtosên çi gerdûnî çi jî kurdewarî re dibe pabendê qanûnên deqên helbestî, yên ku di sercema xwe de dibêjin:“Ronya! Qendîlê pêxe,Bila fîlozofên mûsima salê tev termên newalêBên ser sifreya Kurdistanê.”

Agahî

Weight 0,12 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar