Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî

7,61  7,08 

ISBN: 9786055683122

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-005
Status4 Di stokê de he ne
Kategorî
Di peydabûn û xwenûkirina romana Kurdî de, çi qas diçe, deqên ezmûngerayî jî beşdarî vê qonaxê dibin. Zimanê ku ji col û zincîr û qeydên xwe difilite, bi riya van romanên nû yên zimanê Kurdî deqxwendinên nû tîne datîne ber xwendevanên ku beşek jê bi rewşa kedîtiyê dilniya ye, beşek jê jî, ne bi dilekî, lê bi heft dilan, li hêviya wan nivîskaran e, yên ku zar û zimên li zimên bigerînin. Û bê guman, ji vê hêla duyem ve, di romana Kurdî de, romannûs û hunermend Şener Özmen yek ji wan pêşîkêşan e.
Romana Şener Özmen a duyemîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, (romana wî ya pêşîn, Rojnivîska Spinoza, Lîs, Îlon 2008) romaneke wisa ye, ku hêmanên ezmûngerayîtiyê dihebîne, tixûbşikêniya zimên a di nasnavê de ji xwe re dike serêşî, bi riya şêweyê peywendiyên lehengên xwe nîşanî me dide, ku nasnava Kurd – bivê nevê – ne aydî wan navendên nasnavî ne, ku dor lê girtine, lê tevî dirûvê xwe yê têkşikestinê, bi xwe navendeke nasnavî ye. Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî vê yekê di heman demê de bi ser dixe, ku ziman û ezmûngerayîtî di demajoya nivîsandinê de li berûberê hev bi rê ve diçin.Romana Şener Özmen a vê carê bi tevgerbariya zimanê xwe ve derdikeve pêş, lehengekî bi navê Sertac Karan tîne mexderê. Tu guman tê de nîne, ku Şener Özmen romannûsê Kurd ê îro û sibehê ye.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Isbn
Sal
Pîvan
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar