Morana Gerdûnê / Bayê Labûtê

5,91  5,50 

ISBN: 9786059295758

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-124
Status4 Di stokê de hene
Kategorî
Çawa Andrêy Tarkovskî gotî, “Haîkû çavdêrîyên xwerû ne. Bi bêkilûkêmasîya xwe û rastbûna xwe ve dabîn dikin ku çavdêrekî/e qewî bêfesal jî bikaribe hest bi hêza helbestê û vê dîdemê bike, a ku nivîskar ji jîyanê zeft dike.”
Weşanxaneya Lîsê haîkûyên Kawa Nemirê helbestkar, wergêr, nivîskar û edîtor li jêr navê Morana Gerdûnê, Bayê Labûte weşandin. Ev berhema poetîk a heftem a Kawa Nemir ji 300 haîkûyan pêk tê, hemû jî ji deftera wî ya haîkûyan a pêşîn hatine wergirtin û nivîskar, hunermend û rexnegirê navdar Şener Ozmenî jî bo vê berhemê çendek îlustrasyon çêkirine û bi vê yekê ve jî şewl û şîqaveke mayîn daye berhemê.
Haîkû şêweyekî helbestê yê Japonî ye û li hemû cîhanê gelek helbestkarên gelek wêjeyên ji yek û din cîyawaz her hez jê kirine û her tim hewil dane ku bi zimanê xwe haîkûyan binivîsin û heta niha li ba Kurdan jî ev şêwe her hatiye ceribandin, lê berîya vê berhema haîkûyan a Kawa Nemir, helbestkarê gewre yê Kurmancîyê Berken Bereh ev şêwe bi berfirehî ceribandiye û hemû haîkûyên wî bi salan berê di nava çapa hemû berhemên wî Dilê Min Palgeh e ji Işqê Re de hatibûne weşandin. Renge bête gotin ku Morana Gerdûnê, Bayê Labûte ya Kawa Nemir di warê haîkûyên bi Kurdîya bi Kurmancî de duyem gewretirîn teşebus e û çêdibe ku rêya li ber helbesta bi Kurdî xweş bike ku ew bi derfet û delîveyên xwe ve xwe li astên dîtir ên cîhanê biceribîne.
Bo Weşanxaneya Lîsê cîyê şanazîyê ye ku van haîkûyên Kawa Nemir ên ji gelî û newalên zimanê Kurdî zayî pêşkêşî xwînerên zimanê Kurdî dike, haîkûyên ku dibêjin:
“Min girt nivîsîkulîlkvedana hişyar:Çilkên gerdûnê.”

Agahî

Weight 0,25 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar