Momê-Îhsan Colemêrgî
Îhsan Colemêrgî, vê carê me dide deşta Geverê; ji vir jî li zom û zozana Meydanbelekê, mêvanê Momê û Keleşê şivan dibe. Ew, çîroka xwe bi stranekê, bi dengê bêbextî û buxtan ji me re destpê dike — stranekê ku bi dibistanekê dijwar, dilê mirov digire.
Mamê Îhsan, dikeve dû stranekê, lê ne — na na, na çêtir e meriv bibêje ku ew ketiye dû zêmarekê. Berê me daye milên dol û berdolên Cêloyê serî, ew ji me re got:
“Em, di ser kevîyên berfê re borandine, li şûnpêyên pezkovîyan, di hisar û revzên zinar û zaxan re derbas kirine. Di derî û gelîyan re, em gihandine ser terazinên mêrg û kanîyên tezî.”
Ew dîsa me dike mêvanê dilê bêrîvanekê, yê ku keçeke li mala bavê xwe, mîna ezîzeyekê, bi qudreta Xwedê, bi pistanên xwe berxekî sava ê li maka xwe neban, şîrmij dike. Ew bi delalî û spehîtîya xwe, keran bi guh, koran bi çav, lalan bi zar dike.
Ev şengebêrîvan bê guman Momê ye.
Îhsan Colemêrgî, li ser vê çîroka Momê, me dike pê; ew bê guman di pişt perdeya wê serpêhatîyê de, hoz û eşîrên herêmê, jîyana êl û eşîrîyê, hevrikî û rakêşanên civakî bi hostayîya xwe ya dîrokzanekî şareza, raberîya xwendevan dike.
Ji bo hemû berhemên lîs Yayınları vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Îhsan Colemêrgî vir bitikînin