Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyiyan

7,38  6,86 

ISBN: 9786057535146

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-062
Status8 Di stokê de he ne
Kategorî
Dema min pirtûka xwe ya bi navê “Di Şaristanîya Mezopotamyayê De Hekarya” nivîsî di heman demê de desthelatdarîyên herême yên ku di serdemên pêşîn de derketibûn qada dîrokê jî ji nêzik ve nas kir. Di nav van fermanrewayan de ya herî zêde bala min kişand Ûrartûyî bûn. Ew konfederasyona ku ji eşîrên Araratî û Naîrîyan pêk hatiye, bi qasî 300 salan hem li pêşberî artêşên herêmê yên nîzamî li ber xwe daye hem jî di erdnîgarîyeke dorpêçkirî de şaristanîyeke gewre afirandiye. Min di nav rûpelên dîrokê û nivîsên ser keviran de dît ku; qewmên çîyayî pêşdeçûyînên serdema Ûrartûyîyan ên siyasî, leşkerî, çandî û aborî careke din nejîyane. Tenê vê desthelatdarîyê bêhna azadîyê demeke dirêj bi çîyayîyan daye bêhnkirin. Herî zêde vê rêveberîyê berhemên dîrokî û hunereke nemir ji me re kirine dîyarî. Çîyayî yekemîn car di bin rêveberîya vê binemalê ya sê qirnan dom kiriye de bi hebandina yezdanekî netewî dilşad bûne. Yezdan Xaldîyê ku bedena wî birûskên ronahîyê yên pîroz belav dikirin; rima wî ya hêzdar a ku gurî jê diçû bûbû remza rizgarîya çîyayîyan. Birca ji kevirên 30 ton giran a 2840 salan piştî avakirînê jî mirovan di nav şaşwazîyê de dihêle Sardûrîyê 1’emîn dabû avakirin û gihandibû roja me. Dergehê ku navê 79 yezdan û xwedawendan li ser hatibû nexşkirin Îşpûînî ji me re bexşandibû. Salnameya cengê ya bi nivîsa bizmarî ya li dora dergehê gora Argîştîyê 1’emîn abîdeyeke ji perwerîya zimanê çîyayîyan a herî girîng e. Nirxa çîyayîyan daye xwendin, nivîsandin û perwerrîya zimanê xwecihî di vê berhema dîrokî de xuya dibe. Ev nivîsa berfireh û bi sedan kevalên din dijberên şaristanîya çîyayîyan şermezar dikin. Ava çem û kanîyên sar û cemidî, di coavên ku Menûa çêkirine de herikîn û gihîştin ser singê deştên beyar, dêm û tênî. Vî qralê avahîsaz çîyayî bi bajarvanî, baxçe û rezên berhemdar dane naskirin. Rûsayê 2’yemîn qesirbenda ku 5507 erkdar tê de dixebitîn li rojhelata Gerava Tûşbayê kiribû eywana azadî û serbilindîyê. Ya ji hemûyan girîngtir, gorên pênc qralên ku pêşîyê bûne desthelatdar in. Ev bîrdarî, bi keda mirovan a ku bi salan dom kiriye, hatine çêkirin. Di heman demê de rêz û îhtirama ku wê rojê ji mirîyan û mirovên mezin re hatiye girtin, nîşan dide. Şansekî min jî ew bû ku sala 2003’yan dema ez bi malbatî li Wanê bi cih bûm, xanîyê min nêzikî Kelata Tûşbayê bû. Ji cihê temaşekirina Çîyayê Simbî yê pêşberî Colemêrgê, vê carê jî min berê xwe zivirand bircên Kelata Tûşbayê. Li Colemêrgê ez kovandarê temaşekirina zayîna heyvê bûm a ku di bilindahîyên Çîyayê Simbî de derdiket. Li Wanê jî tîrêjên rojê yên ku nêzikî avabûnê ji Kelata Tûşbayê dûr diketin ez dîl girtim. Ev xebata berteng berhema wan rojên ku tîrêjên rojê ez dîl digirtim e. Ew tîrêjên berîya ku berze bibin, rûyê avên geravê yên şîn dizivirandin sorê eşqer. Ew gerava ku li rojhelata wê Qilbanîyê pîroz, li rojavaya wê Nemrûdê dilşewitî, li başûr Artosê xemgîn û li bakurê wê jî Sîpanê Xelatê yê hêlîna evîndaran, di rûberê avên wê yên zelal de ji bo silavê li ser pêyan rawestîyane. Dîrok, gerav, çîya û deştên rex Kelata Tûşbayê gihîştibûn hev, berê min dan konaxa 3 hezar salên ku me li paş xwe hiştine. Ji bo min ev rêwîngî hem zor, hem jî hêsan bû. Zor bû; ji ber ku min ji bilî Tirkî û Kurdî bi zimanên lêkolînvanên biyanî nizanibû. Hêsan bû; lewra Gûtî, Kasîtî, Mîtanîyên ku berîya Ûrartûyîyan di herêmê de bûbûn desthelatdar, ên ku di bingeha xwe de Hûrî bûn û kêm jî be min dinasîn. Hem ez bixwe jî wekî pênaseya Ehmedê Xanî “ koxî” bûm. Pêkhatina min a genetîk ji bo nivîsandina dîroka Ûrartûyîyan hêz dida min û dikir ku ez han bidim. Dîsa jî nezanîna zimanê lekolînvanên biyanî ji bo min kemasîyeke mezin bû.
Mixabin lekolînvanên Tirk der barê rabirdûya qewmên Zagrosî û Mezopotamyayî de alîgir in û gelek caran ji rastîyê jî dûr dikevin. Hem ji bo ku têkilîyên Kurdan û Ûrartûyîyan dernekevin holê rastîyê berevajî dikin, hem jî di pirtûkên xwe de dibêjin “ Ûrartûyî eşîrên Hûrîyan in û zimanê Ûrartûyîyan jî zaravayekî Hûrîkî yê dereng e”. Baş e gelo ma 2500 sal şûn de li herêmê ji bilî gelê Kurd; Ereb, Asûrî, Ermenî, Faris û Tirk jî jîyane. Ji bilî kurdan têkilîyên van gelên din bi Hûrîyan re nehatine dîtin. Em dê bibêjin ku Kurd jî paşhatîyên Hûrîyan nîn in. Wê demê divê mirovên tekildarî mijarê bersiva van pirsan bidin: Ew Hûrîyên ku 5000 salan B. Z. ji Arafhaya kêleka Kerkûkê heta Girê Şêran ê devera Meletîyê, di erdnîgarîyeke berfireh de jîyana xwe didomandin bi ku ve çûn? Peyrewên wan kî ne? Piştî Hûrîyan ne erdhejeke ku nivşê mirovan birandibe, ne jî qerisîneke sermayê li çîyayên Zagrosan û deştên Mezopotamyayê yên ew dorpêç kirine çêbûye. Divê ji bo Hûrîyên ku di deşt û çîyayên kêleka hev de jîyane jî hin peyhatî bên destnîşankirin. Erdnîgarîya ku îro Kurd tê de dijîn şûnwara Hûrîyan e. Bi taybetî piranîya herêma çîyayên ku serî hildane ber asûman, ji deştên bi rêzeçîyayan hatine dorpêçkirin, zozanên bilind û bala, gelîyên kûr û teng pêk hatiye. Ne gelê Kurd di wê herêma asê de xwe cihên berîya xwe derxistine derveyî vê axê; ne jî dijberên wan karibûne wan ji wê xaka dijwar bidin rakirin. Erdnîgarîya çepokaş û zordar di tu demên dîrokê de ne destûr daye Kurdan ne jî hin gelên din. Îro kî li derdorên Cûdî, Ararat, Cêlo, Sîpan, Gelemper, Qendîl, Lolan û Metînan bijî; 5 hezar salên berîya roja me jî herêm wargehê kalikên wan bûye. Ji berxwedana Ûrartûyîyan a li pêşberî artêşa Asûrîyan a herî êrîşkar, mirov vê rastîyê çêtir dibîne. Ger dagirkirina herêmên navçîya hêsan bûya dê bibûya para Asûrîyan. Ew Asûrîyên ku li deştên Mezopotamya û Anatolîyê cih nemaye ku hespên xwe lê nebezandine; ew Asûrîyên; qralîyetên Aramîyan Şam, Îsraîl, Ammon, Fenîke dagir kirine, ew Asûrîyên ku çûne ser Misirê û textên firewnan bi serê wan de hilweşandine; nikaribûne serbajarê Ûrartûyîyan Kelata Tûşbayê dagir bikin. Ev jî şahidîyek ji hêz, raserî, berxwedan û cihneguherandina çîyayîyan e. Îskenderê Makedonî nikaribû şerwanên Zagrosî ji çeperên wan bîne der. Ew wekî rêwîngekî di kêleka girava Kurdistanê ya pirçîya de derbas bû. Min dît ku şahidên mêrxasîya çîyayîyan ên gîyandar Ûrartûyî ne. Xwendavanên hêja di vê vegotinê de hûn dê bi rastîya vê angaştê (îdîa) re rû bi rû bimînin. Ez di wê bawerîyê de me ku hûn ê jî vê angaştê binirxînin. Jixwe lêkolînerên biyanî jî dane xuyakirin ku malbata rêveber ji navenda Zagrosan hatiye. Bila dîsa jî gotina dawîn a mirovên ji nijadperestîyê dûr û xweywijdan be.
Wekî nivîskarîya min a berze û ji çavan dûr; Şaristanîya Ûrartûyîyan jî bi zanebûn ji raya giştî ya hestiyar hatiye veşartin û çalkirin. Bi vê xebatê min xwest di heman demê de ez dergehê vê çala kûr ji bo welatparêzên Kurd vekim.Îhsan Colemêrgî

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Pîvan
Isbn
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar