Zeynel Beg

7,29  6,78 

ISBN: 9786058140707

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-146
Status3 Di stokê de he ne
Kategorî
“Xebereke nebaş kêfa zozanîyan verevand. Begzade Zeynelê ku hatibû hêla Lêwînê, alîyê Şaxê, Elkê, Nûdizê, Celo û Bazê 2500 çekdar kom kiribûn, ji bo dagirkirina zoma bavê xwe di rê de bû. Mîr Melek ji nişkan ve pê hesîya. Piranîya çekdarên wî yên ku tevlî cenga Geverê bûbûn vegerîyabûn malên xwe. Ji bo ewlekarîya kelatê û zozanan tenê hezar û pêncsed çekdar di bin destên wî de bûn. Biryar da ku li ber xwe bide. Her du hêz ji bo ku jin û zarok zîyanê nebînin li Deşta Enter hatin pêşberî hev. Di cenga ku nîv danê rojê dom kiribû de, cengewerîya Zeynel derket pêş û hêzên Melek Begê têk çûn.”Ji pênûsa Îhsan Colemergî romaneke dîrokî û balkêş. Wek ku xwendevanên Kurdî jî ji nêz ve nas dikin û dişopînin Colemergî di gelek mijaran de bi hosteyî pênûsa xwe bi kar tîne. Ew bi her awayî yê AXA xwe ye. Axa ku jê bûye û pê xwedî bûye hem dijî hem jî vedibêje. Carinan dîroka wê dinivîse, carinan romana wê carinan folklora wê. Bi her awayî diyar e ku der barê axa xwe de xwedîyê gelek gotinan e û gelek gotinên ku hîna negotine hene.Romana ZEYNEL BEG jî yek ji van gotinan e. Beşek ji dîroka Mîrgeha Hekaryan wek romaneke dîrokî honaye. Lehengê sereke her çiqas Zeynel beg be jî mirov dikare bibêje ku sedsaleke wê mîrgehê hatiye vegotin. Ew sedsal jî sedsala 16’emîn, ango salên 1500’î ne. Mirov dikare bibêje ku ew sedsal ji bo herêmê sedsala herî girîng e. Lewre pêvajoyek bi dawî dibe û pêvajoyeke nû dest pê dike ku bandora wê heta îro jî didome. Zeynel Beg jî kesayetiya vê pêvajoyê ye. Ev pêvajo hem daye destpêkirin hem jiyaye hem jî bûye qurbana vê pêvajoyê.Li gel bûyerên siyasî û têkoşîna desthilatdariyê jiyana rojane û têkilîyên civakî jî hatine vegotin. Bi heman awayî erdnîgarîya herêmê ya ku bûyer lê qewimîne jî daye naskirin. Bajar û keleh, çem û kanî, zozan û banî, rê û dirb…
Hespê begzade kimêdê sor eZînî seda ye, lixav bi mohrêSubê me şer e bedla hingorê Hespê bebgzade kimêdê tarîZînî seda ye, lixav dîyarîSubê me şer e bedla êvarî Hespê begzade kimêdê reş eZînî seda ye, lixav bi nexş eMe Stenbol stend bedla berferş e

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar