li Virê Siwar li Wirê Peyar

12,65 

ISBN: 9786257568678

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUPEYWEND171
Status1 Di stokê de hene
Categories

Roja çarê:

Ez, dayik û bavê xwe û ligel Ehmedê bira diçin Xanê. Qonaxa ber dilê min Kanîka Xidirê ye lê em heta Dûpirkê diçin. Li wir, em ji xwe re firavîneke xweş dipêjin, têr bêhna xwe vedidin û paşê vedigerin. Em ji Gûzereş heta bi Xanê bi pêyan diçin.

Her tişt rast bû, xweş tê bîra min. Vizeviza drone û herronan ser serê me bû. Me ew nedidîtin lê guveguva wan gelek xweş dihat. Wekî mêşa bi hundirê kundiran ketî, guveguv gelekî xweş bi ber guhê me diket. Gelo Ehmed dê çi nav li van firfirokên sîxurî bikira? Bi îhtîmaleke mezin wî dê bigota, “Te dî yên me bo teyarê jî navekî xweş darêtiye û gotiye ‘balafir’. Ev nav li bejn û bala zimanê me jî difesile. Nexwe ma çima em jî li gorî heman mantiqî navê ‘dîdefir’, ‘dîdefirok’ bi kar nebin? Heta li gorî navên kevnar jî em dikarin, tiştekî hêj otantîk peyda bikin. Te dî, di dastaneke Kurdî de, navê dîtinhezar heye. Çima em navekî ser vî binameyî lê neguncînin? Bo nimûne: dîtinfirok, çavê firinde…” Ez bi van xeyalan mijûl bûm, min dî dayika min got, “Berxê min, ez dibêjim em ji Dûpirkê bi wêdetir neçin dê bo me baştir be. Bila Kanîya Xidrê îro bimîne. Te dî ji spêda Xwedê ve ye, guveguva Çavê Esmanan e, li ser serê me digerin.” Ev navlêdanîna bi “çavê esmanan” bo drone û peykên ezmanî, nizanim çima, li cihekî di dilê min de, gelek kêfa min îna û min di naxê xwe de got, bi rastî jî her zimanî mucîzeya xwe ye.

Agahî

Weight 0,28 lbs
Nivîskar
Rûpel
Weşanxane
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613