Kurd di Kitêbên Çar Coğrafînasan de

13,75 

ISBN: 9786257253673

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVESTA479
Status3 Di stokê de hene

Di nav ereban de cografyaserê pêşî zanisteke teknîkî bû, lê paşê wek adab (tarîx, cografya, felsefe) jî derket holê. Cografya edebî jî serê pêşî di salên 800î de wek beşeke dîrokê bi pênûsa merivên zana, têcir, hecî, şagirt û xwendevanên ku serpêhatiyên rêwingiya xwe nivîsîne, derketiye meydanê û piştre bûye weke zanyariyeke nû.

Çend nav ji wan kesên pêşî û navdar ku berî salên 1000î bi nivîsîna cografyayê ve rabûne û kêm zêde di berhemên xwe de qala kurdan û navçeyên wan jî kirine ev in: Ibn Xurdazbeh/Xurdadbih (820-893) ku xwediyê kitêba Mesalik ul-Memalikê yeEhmed ibn Ebû Yaqûb ibn Wadihê Katib el-Yaqûbî (m. 891) ku xwediyê Tarîxa Yaqûbî û Kitab ul-Buldanê ye. Herweha xwediyê kitêbên bi navê Kitab ul-Buldan û Muxteseru Kitab il-Buldanê Îbn el-Feqih Ebû Bekir Ehmed ibn Mihemed el-Hemedanî (m. 340/951) û Futûh ul-Buldana Ehmed ibn Yehya ibn Cabirê Belazûrî (m. 279/892). Digel xwediyê Suwer ul-Eqalîma Ebû Zeyd Ehmed ibn Sehl el-Belxî (850-934) û xwediyê Sûret ul-Erda Ebul-Qasim Îbn ‘Hewqelê Nuseybî/Nisêbînî (m. 977). Ji wan ne kêmtir jî xwediyê Mirûc uz-Zeheb we Me’adin ul-Cewher û Tenbîh ul-Îşrafê Ebû Hesen Elî ibn Hiseyn ibn Elî el-Mes’ûdî (m. 956), xwediyê Mesalik ul-Memalikê Ebû Ishaq Ibrahîm ibn Mihemed Farisiyê Îstexrî (m. 957) û xwediyê Ehsen ut-Teqasîmê Şemsedîn Ebû Ebdulah Mihemed el-Meqdisî (m. 985) û gelekên din.

Ji nav kitêbên van cografînasan çar kitêbên ku di wan de li ser kurdan û welatê wan agahdarî hebûn, min ew wergerandin kurdî û di vê berhevoka cografînasan de kom kirin ku ew jî ev in: Ibn Xurdadabih, Ibn Feqîh, Mesûdî û Îstexrî.

Emîn Narozî

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613