Philosophia Hejmara Taybet

6,85  6,37 

ISBN: 9786257085823

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUFELSEVAN-3
Status4 Di stokê de hene
Kategorî,

Kovara Philoshophia wekî ji navê wê jî dihête têgihîştin kovarek periodic a philosophic e. Philosophia di zimanê hellenkî (greck) da dihête mana felsefe. Gotina felsefe bi xwe jî ji gotina philosophia ye. Armanca vê kovarê ew e ku dildarên kurdophone ên philosophiaê bikanibin bi zar (dialect) û zimanê kurdkî ramanên philosophan bixwînin, di derbarê ecolên philosophic da bibin xwedî zanîn, di gelek warên jîanê da ji methodên van ecolan, ji ramanên wan sûdê werbigirin, û bi harîkartîa wan jîanek xweş û bextîar bijîn. Ewê gotarên kovarê hatta demeke nedîar bi alphabeta kurdkî a bi harfên roman a Celadet Ali Berdirxan werin weşandin. Wekî dihête zanîn ev alphabet bi armanca kurdên li nav sînorên Komara Turkîaê dijîn bi hawaekî hêsantir bixwînin û binivîsin ji alî amadekarê wê ve bi zanetî li alphabeta turkî a bi harfên roman hatîe hanîn. Celadet Alî Bedirxan ev rewş bi hawaekî eşkera di kovara Hawarê da anîe zimên. Di gel vê ewê nivîsên Philosophiaê bi temamî bi orthographia (îmla) Celadet Alî Bedirxan a ji îmla turkî hatîe girtin nehêtin weşandin. Ewê diphtong mîna latinkî, fransiskî, înglîskî û zimanên sereke ên bi alphabeta roman dihêtin nivîstin bi diphtongî werin nivîstin. Bi gotinek din ewê harfên y û w di nav du vocalan da kêmtir werin dîtin.

Di Philosophiaê da ewê gotinên kurdkî ên bi aslê xwe graeco-roman in hatta ko mumkûn be -hindik suffixên zimanê latinkî ne tê da- mîna originalên xwe werin nivîstin, ne bi teleffûza turkî, arebkî, fransizkî ya jî înglîskî. Dema ku meriv bikanibe ji çahvîa kanîê avê vebixwe meriv naçe ji cuhokên ber kurnê kanîê avê venaxwe. Numûne: di şûna arkeoloji, arkeolog, coxrafya, coxrafyanas, felsefe, feylezof, sosyolojî, sosyolog û bîyolojî, bîyolog da ewê orginalên wan archaeologia, archaeolog, geographia, geograph, philosophia, philosoph, sociologia, sociolog, biologia, biolog bihêtin nivîstin. Ji hêjmara me a pêşîn bi şûn da ewê hatta terminologia kurdkî bi cih bibe di kovarê da beşek bi navê Vajname (vocabulary) hebe. Di vî beşî da ewê termên îlmî bi teleffûz û manên xwe cih bigirin. Gelek gotinên graeco-roman di serî da, ewê hindik gotin çawa dihêtin nivîstin wer nehêtin xwendin. Ewê hindik gotin jî xwedî du hawayên teleffûzê bin; teleffûza bi formê sivik (weak form) û teleffûza formê gran (strong form). Numûne ewê navên ziman, zar, şêwezar (subdialect) û şêwan (patois) mîna kirmanckî (zazakî) bi -kî bihêtin nivîstin. Divêt nehête jibirkirin ku kêm be jî li hindik deran di kurmanckî da jî navên zar û zimanan îro jî bi suffixa -kî dihêtin gotin. Di vê rewşê da ên ku bi bixwazin dikanin di teleffûza van navan mîna di formê sivik da -k- a -kî teleffûz nekin, bi gotinek din mîna kurmancîya gelek deran û fariskî bi -î bibêjin. Ewê termên îlmî ên di înglîskî da bi -ism di fransiskî da bi -isme dihêtin nivîstin di kurdkî da bi -ism werin nivîstin. Ewê gotinên di înglîskî da bi -y, di fransizkî da bi -ie diqedin bi kurdkî bi -i bihêtin nivîstin. Ewê a ên kurt ên piştî fonemên h (ح) û a (ع) bi harfa a werin nivîstin ne bi harfa e. Chimkî ev deng ji dengê e bêhtir nêzdîkî dengê a ye. Hema hema di hemî zimanên sereke ên bi harfên roman dihêtin nivîstin da ev deng bi a dihêtin nivîstin ne bi e. Ewê di gotinên kurdkî ên wekî çahv, mahr, jahr

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613