Keleh, yekem pirtûka kurteçîrokan a romannûs, wergêr, hunermendê navneteweyî û rexnegirê hunerên aktuel, Şener Özmenê nivîskarê romanên bi navê Rojnivîska Spinoza (Lîs, 2008) û Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî (Lîs, 2010), henaseyeke nû û xurt tîne nava kurteçîroka bi Kurdî ya nûjen.Keleh, her yek jê li ser Kurdiyeke wisa berfireh saz bûyî, ku dikin em Kurdiya xwe ya heyî, hemû çavkaniyên zimanê xwe yê ku em pê di qewareyeke berteng de bi jiyana xwe ya rojane berdewam in, ji sêrî heta binî careke din hizir bikin û ji nû ve saz bikin, heşt kurteçîrokên ku dê xwendevanê xwe matmayî bihêlin, ên bi navê Keleh, (??) Akîo, Lîmûzîn, “Ez Jîr Aslan”, Stêrk, Çîroka Du Evînên Jîkurt, Jinûmêr û Lîlî, Lîlokê bi xwe ve digire.Kurteçîroka “nûjen”, wekî çeşnekî wêjeyî, çawa ku li hemû parçeyên welatê me, wisa jî li mezintirîn parçeyê welatê me, sal bi sal kelepora xwe û ya cîhanê baştir nas dike û êdî di dilqê “kurteçîroka bi Kurmancî” de berê xwe dide asoyên afirîneriyê û lê ye ku, nexasim li nik helbestê, bibe yek ji adantirîn beşên sercema wêjeya Kurdî ya ku ji zû ve ye bê tirs û fikar berê xwe daye sehneya wêjeya cîhanê.Şener Özmen jî, di vê yekê de çu şik û gumanê nîne, li gel du romanên xwe yên berê weşiyayî, ku xwendevanên Kurdî eleqeyeke baş nîşan danê, û êdî bi van heşt kurteçîrokên xwe yên li jêr navê Kelehê ve, li hemû parçeyên Kurdistanê, yek ji gewretirîn pênûsên zimanê Kurdî ye! Keleh vê rastiyê êdî ji berê zêdetir diçespîne!Helbestkar û romannûs Îrfan Amîda, gewrebûna nivîskariya Şener Özmenî, bi boneya romana wî ya pêşîn, Rojnivîska Spinoza, wiha heldisengîne: “Dema ku we rahişte Rojnivîska Spinozayê û dest bi xwendina wê kir, hûn ne ku bi tenê romaneke bi Kurdî dixwînin, her wiha hûn hest pê dikin ku hûn di qonaxa geşedana romana Kurdî de, di çivangehekê re derbas bûne û dema ku hûn xwendinê diqedînin, ji we ve xuya dibe ku hûn êdî ne li wî ciyî ne, li kû hûn radiwestiyan. Lewma jî, Rojnivîska Spinoza qorzîbera nû ya romana Kurdî ye.”Her wiha nivîskar Abidin Parıltı jî, dîsa der barê romana Şener Özmen a bi navê Rojnivîska Spninozayê de, wiha dibêje û qetlazî û kêmpeydatiya nivîskariya Özmen bi vî şêweyî dupat dike: “Rojnivîska Spinoza yekem berhema Şener Özmenî ya bi Kurdî ye û pê re jî, romana wî ya pêşîn e. Belam zimanek li ser vê romanê heye, ku qewîn e, kûr e û dimîne bîreke dewlemend û qet jî wekî berhema pêşîn nayê xuyanê… Özmenî, di vê pirtûka xwe de, heta ku jê hatiye, zor daye ser derfetên Kurdî. Di romanê de, ku em ji peyvên rojane bigirin heta bi gotinên pêşiyan, ji wê tangê de heta bi argoyê, zimanekî lexgîr hatiye bikaranîn; tiştên ku hatine vegotin jî her ew çîrok in, ên jiyanên têk çûyî û pelişî, yên mirovên ku di nava wan jiyanên pelişî de ji xwe re ciyekî peyda dikin an jî ji xwe re tê de li ciyekî digerin.”Li dû pirsa li ser vê babetê, helbestkar, çîroknûs û wergêr Kawa Nemir jî, ku Şener Özmen di pirtûka xwe, Kelehê de, kurteçîroka xwe ya dawî ya bi navê Lîlî, Lîlokê rewayî wî kiriye û her wiha Nemir edîtoriya pirtûkê kiriye, der barê Keleha berhevoka kurteçîrokan a Şener Özmen de wiha got: “Şener Özmen! Pênûsa Kurdiyê ya newaze û pirrawaz e. Mîna romannûs û wergêr Yunus Eroğlu, Şener Özmen şansek e bo Kurdiya me ya ku bi destên pênûsên erzan berteng tê hiştin. Ez bi dilekî rihet dikarim li vir vê îdiayê bînim ku gelek çîroknûsên Kurd ên qewlikbêj, piştî ku Keleha Şener Özmen bixwînin, divê ji nivîskariya xwe bikevine şik û gumanan! Piştî du romanên xwe yên ku bi raya min hê jî başebaş nehatine xwendin, Şener Özmen li dû nivîskarî û hunermendiya xwe ya pirralî, Keleh nivîsî û bawer bikin, di nava hefteyekê de, min Keleh çar caran xwend û ez bi Kurmanciya wê ya pirrşax, ku ji aliyê ferhengê ve di ser re qelibandiye, û bi dijwariya honakên wan heşt çîrokan serbilind bûm. Bo nivîskar û xwendevanên Kurd bibêjim: Vê îdiaya min ji bîr mekin! Keleha Şener Özmen yek ji qorzîberên kelepora kurteçîroka bi Kurdî ye!”Bo xwendevanê ku xwe bi Kurdiya xwe ve li vê dara dinyayê wekî “tayê bi tenê yê mala zimanê xwe yê zikmakî” dibîne, heşt kurteçîrokên Şener Özmenî yên ku zimên û honakê bi bîrtûjiyeke ku dê neyê jibîrkirin radikin pêdarê û nîşan didin ku şax û şovên nivîskarekî Kurd dikarin çendî berfireh bin û kurt û bi Kurmancî, Kurdî dikare bajo û here çi deverên dûredest û ezamet!Keleh, bi mijarên xwe yên aydî kelepora Kurdî û lehengên xwe yên biyanî ve, ji me re kelehên kêliyên teng xera dike, kelehên kêliyên berfireh ava dike!
Keleh
6,31 € 5,36 €
-15% Erzanî
ISBN: 9786056211256
40% Serkeftina Hilberê
Kargoya belaş
Kirîna ewledar
Agahî
Weight | 0,35 lbs |
---|---|
Nivîskar | Şener Özmen |
Weşanxane | Lîs Yayınevi |
Isbn | |
Pîvan | 13 x 19.5 |
Sal | 2012 |
Rûpel | 160 |
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613
Berhemên Nîvîskar
-
Gramera Bêhizûr
- Nivîskar: Şener Özmen
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
7,61 €6,47 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Kurê Dêlê
- Nivîskar: Şener Özmen
- Weşanxane: Avesta Yayınları
6,71 €5,70 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî
- Nivîskar: Şener Özmen
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
7,61 €6,47 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Qiseyên Xerîbiyê
- Nivîskar: Şener Özmen
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
6,99 €5,94 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Morana Gerdûnê / Bayê Labûtê
- Nivîskar: Kawa Nemir
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
8,98 €7,63 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik
Dibe ku ev bala we bikişînin
-
Folklora Hawarê
- Nivîskar: Mehpûs Serhedî
- Weşanxane: Weşanên Wardoz
9,25 €7,86 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Serpêhatıyên Kurdan
- Nivîskar: Seydayê Tîrêj
- Weşanxane: Peywend Yayınları
9,85 €8,37 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Mîrze Miheme
- Nivîskar:
- Weşanxane: Mori Zarok
7,56 €6,43 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Çîrokên Gelêrî (Herêma Semsûr û Rihayê)
- Nivîskar:
- Weşanxane: Enstîtuya Kurdî Ya Stenbol
8,91 €7,57 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Zilfîye Xanim
- Nivîskar: Mehpûs Serhedî
- Weşanxane: Weşanên Wardoz
7,72 €6,56 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Seta Brayên Grimm
- Nivîskar: Komisyon
- Weşanxane: Hîva Yayınları
20,79 €17,67 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik