Ji Gotinên Pêşîyan

9,68  9,00 

ISBN: 978-605-2187-06-7

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUDENG-10
Status3 Di stokê de hene
Gotinên Pêşîyan Cewhera Zimanê Kurdî ne
Zimanê Kurdî zimaneke dewlemend e. Miletê Kurd jî qedîmtirîn miletek e li ruyê dinê. Wek her miletekî, netewa Kurd jî di dirêjahîya hezarsalan da êş û elem, hest û dilşahîyên xwe,  serborîyên jîyana xwe bi zimanê xwe  îfade kirîye û mane lê barkiriye. Herwisa gelê Kurd çand, huner, hest û xisusiyetên xwe yên neteweyî bi saya ziman neqlê nifşên nû kiriye. Û bi vê awayî li himber gelek karesat û bablisokên dîrokî heta îro li ser pîyan maye.
Li vir girîngîya Gotinên Pêşîyên me derdikevên holê. Mirov dikare bêje ku gotinên pêşîyên me cewhera zimanê Kurdî temsîl dikin. Gotinên pêşîyan, bi kêm peyvan, lê mane û peyamên mezin ji me ra dibêjin. Gotinên pêşîyan di eynî wextê da dewlemendî û kurahiya zimanê Kurdî nişanê me didin. Pir caran yek gotinêke pêşîyan dikare ji pirtukek yan jî ji ansiklopediyek zêdetir fikr û peyaman ji me ra vebêje. Bi gotineke din, gotinên pêşîyan di dirêjahîya hezar salan da nisilîne û gihîştine me; nifşên îro. Ew bi peyvên kin û kurt gelek tiştan xulase dikin û radixin ber çavên me.
Ji aliyê çand, ziman, edebiyata devkî û gotinên pêşîyan da herêma Mêrdînê heremeke gelek rengîn e û wek xezîne ye. Li vir tu sohbetek tune ye ku bi gotineke pêşîyan destpêneke. Ji ber vî ya ye ku gelek kesên hunermend û nivîskar ji vê herêmê derketine û ji zimanê Kurdî ra  xizmetên baş kirine.
Salih Omerî ji ber ku li Mêrdînê ji dayik bûye, jîyana wî di nava çandeke zindî û rengîn da derbas bûye. Ew merivê civatê ye, ziman û rihê civatê baş nasdike û pêwendiyên wî bi xelqê ra gelek baş in. Di sî-çil salên dawî da jî jîyana xwe li Swedê derbas kiriye. Hem jiyan û serpêhatîyên wî yên li welat û him jî yên dervayê welat mecal daye ku gelek gotinên pêşîyên me berhev bike, wan şirove bike û pêşkêşê me bike. Salih Omerî jibo vê karî gelek kar û xebat kiriye, keda xwe daye vê mijarê û berhemeke delal derxistiye holê.
Di demeke da ku zimanê kurdî di bin gefên xeternak, di bin xetera pişaftin û tunebûniyê da ye, xebatên derbarên ziman, çand û hunera Kurdî girîngtir dibin. Ev pirtuka Salih Omerî di vê warî da xizmeteke pîroz e. Em hêvî dikin ku karên derbarê ziman, çand û folklora Kurdî berdewam bin.
Em wek Weşanên Dengê bi çapa diduyan a vê berhema hêja bextewar in.

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613