Hewarî

16,86  12,65 
-25% Erzanî

ISBN: 9786057535214

-
+

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-217
Status3 Di stokê de hene

Di vê romanê de, Hecîyê Cindî ji sêrî heta dawîyê tevina Hewarîyê bernade. Ew vê serketina xwe ya ku bi Kurdîyeke ecêb delal û dewlemend xemilandiye, tîne bi reva Kurdan ve girêdide û digihîne encamê. Behs dike bê çawa Kurd careke din ji ber Roma Reş ‘waldigerin’, li gund û herêmên ku têne dagirkirin, mirov çawa têne kuştin û dijwarîyên ewqasî mezin têne dîtin.Di babeta rasteqînîya bûyerên romanê de, Hecîyê Cindî romanê bi serbihurîya xwe û malbata xwe diqedîne; jina Kurd a bi navê Kubar, ku ji komkujîyê direve û jineke Ermen, ku li Hayastanê (Ermenistanê) dimîne, rastî hev tên (ev tasthatin pevgihiştina Kurdan û Ermenan, hogirîya wan dinimîne) û bi hevoka “Û şukir ji vê sibeha teze rehttps://makpirtuk.de/product/hewari/, ji Ûrisêta Sovyetiyê êdî hewara me tê.” ve şoreşa Ûris a biserketî xebera xêrê ya heyama zêrîn bi pêldana alaya sor a di destên siwaran de tîne.Romana ku ji du paran pêk hatiye, romannivîs di para yekê de ji ser zimanê kesê yekemîn romanê dinivîse. Li vîr jî, Hecîyê Cindî romana xwe bi flashbackê dide destpêkirin.

Berhemên Nîvîskar