Kilam û Pênûs

9,79  9,10 

ISBN: 9786058140875

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-008
Status6 Di stokê de he ne

Ev berhem ji nivîsên Wezîrê Eşo ên di çend jimarên kovarên cuda û ji çend nivîsên ku di arşîva wî de bûn hatiye berhevkirin. Gelekî nivîsan li ser jîyan û berhemên nivîskar û lêkolînerên navdar ên Kurdên li Yekîtîya Sovyetan a Berê dijîyan in. Lê çend nivîs jî li ser hin kes û bûyerên din û bi taybetî li ser wêje û jîyana kurdan a li Yekîtîya Sovyetan a Berê ne. Bi van nivîsan em ê bêtir bi jîyana wêjeyî û sîyasî a nivîskarên li Yekîtîya Sovyetan a Berê bihesin.

Ji alîyekî din ve jî ev berhem wekî antolojîyekê ye. Wezîrê Eşo gava bahsa nivîskaran dike, jîyana wan û berhemên wan ji serî heta dawîyê rêz dike.

Çend kesên ku bahsa wan hatiye kirin:

Mistefa Barzanî, Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Qanatê Kurdo, Xelîlê Çaçan, Fêrîkê Ûsiv, Emerîkê Serdar, Ordixane Celîl, Eskerê Boyîk, Çerkezê Reş, Ezîzê Cewo, Şekroyê Mihoyî, Simoyê Şemo, Egîtê Cimo, Aslîka Qadir, Pîr Dîma.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Weşanxane
Nivîskar
Kategorî
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal
Berhevkar

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar