Romana Hawara Dîcleyê li ser dengan ava bûye. Hîm û bingeha romanê ji dengên berê yên ku di nava rûpelên tarîxê de veşartî ne hatiye pê. Qehremanê romanê Biroyê Dengbêj, dibe dengê jibîrbûyiyan. Peywira sereketirîn a vebêjê vê vegotina dûr û dirêj, vegera li rabirdûyê ye, dengê do û îro digihîne hevûdu û bêyî ku raweste çêlê lê dike. Herweha ev roman, vegotineke modern a wekî pireke ku di navbera paşeroj û pêşerojê de hatibe avakirin e. Biroyê Dirêj, wezîfeya bîra civakî bi cih tîne û serbûriyên ku jiyaye bi îro, bi guhdar û herwekî ku tê zanîn bi xwendevanan digihîne. Umirê Biroyê ku êdî li pey maye, şahidî û çavdêriya komkujiyan, jihevûduveqetînan, welatê xerîban û têkçûyinan dike. Bi çêlkirina vê vegotinê, heçku Biroyê Dengbêj dîsa bi Mîr, Heme, Gulîzer, Migo, Armê, Mam Sefo û evîndara xwe Esterê re ji nû ve bijî.
Hawara Dîcleyê – I
11,30 €
2 Di stokê de he ye
40% Serkeftina Hilberê
Kargoya belaş
Kirîna ewledar

Agahî
Weight | 0,30 kg |
---|---|
Nivîskar | Mehmed Uzun |
Weşanxane | Sel |
Cure | Roman |
Rûpel | 263 |
Sal | 2021 |
Isbn | 9786057728869 |
Ziman | Kurmancî |
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613
Berhemên Nivîskar…
-
Siya Evînê
9,26 € Têxe Tûrik- Nivîskar: Mehmed Uzun
- Weşanxane: Sel
-
Nar Çiçekleri
7,56 € Têxe Tûrik- Nivîskar: Mehmed Uzun
- Weşanxane: Sel
-
Dengbêjlerim
7,28 € Têxe Tûrik- Nivîskar: Mehmed Uzun
- Weşanxane: Sel
-
Rind’in Ölümü
7,57 € Têxe Tûrik- Nivîskar: Mehmed Uzun
- Weşanxane: Sel
-
Bir Romanın Hatıra Defteri
7,54 € Têxe Tûrik- Nivîskar: Mehmed Uzun
- Weşanxane: Sel
-
Bîra Qederê
11,21 € Têxe Tûrik- Nivîskar: Mehmed Uzun
- Weşanxane: Sel