Gûzereş

15,29  13,00 
-15%% Erzanî

ISBN: 9786257568722

-
+

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUPEYWEND178
Status1 Di stokê de hene
Categories

Gûzereş-Omer Dilsoz

Berê nivîs hebû!..

Ev demekê bû ku hizrên wî bi dilê wî diçûn.
Aya, hevîrtirşê nivîskaran bi axa mirovan vestirîye?
An jî mirov tenê xwendinek e û nivîsa jiyana xwe bi xwe lêdike?
Pirsan ew xistibû gêjevankê.

Wisa bû, heçku aqil û sewda li derekê winda bûn — belkî jî jibîr — heta ku wê nebîne, ti hedra wî nebe.
Tebat û sebat nedike heta ew birûskek jê re jenî. Ew roja kelegerm e.

Ev demeke dirêj e. Hoşeng ji xwe re gazinan dike:
Bo çi jiyan jê re temendî şikefteke xirt û xalî sar têt?
Bo çi dengên ruh û dilê wî, wekî reşreşokên şevê,
di şikefta serê wî de deng vedidin û mejiyê wî wek hestiyekê dikojin?

“Bo çi?” dibû giloka pirsan, li teşiya hişê wî dialiya.
Her çendî dirêj bû, ta û ben jêk netînane derê.
Bo dilê xwe digot:
“Tu jî heq î dilo, tu jî. Tu jî gûzên xwe li ser dilê min ê reben dişkênî…”

Tunebê, di kûrahiyan de, li kevî û perrên dilê wî,
çizirînên kewgirtî birûsk vedida, wekî pîvok û berfînê,
li destê biharê.
Çawa bi tîna rojê dihese, dizane ku êdî wext e bibişkive.
Wî jî, di van çaledizên nepenî yên dilê xwe de,
hest bi pêşhatina lêqewmîneke nepayî dikir.

Welê bû, heçku ha ha ye.
delîvek lê vebe, ji nişkê ve, ji ta û werîsê,
kamkojiya rojê, bi bêhnfetisoka derûnê.
Dilê wî wekî kanîbihariyekê,
bi heyteholekê boş bizê,
bi ser ruhê wî de,
avsarkên tezî biherikîne.

Wî hest pê dikir:
“Dengên nivîsê min li ber hilatinê ne.”
Welê, dê ronahîya xwe şulhe şulhe bi ser de bibiriqîne.
zîro û zîwanên berçimka dilê wî,
bi carekê de bimale û ruhê wî geş bike.

 

Ji bo hemû berhemên Weşanên Peywend vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Omer Dilsoz vir bitikînin