Gûzereş

15,29 

ISBN: 9786257568722

1 Di stokê de he ne

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUPEYWEND178
Categories

Berê nivîs hebû!..

Ev demek bû, hizrên wî gêre pê re dikir.  Aya, hevîrtirşê nivîştara mirovan bi axa mirovan vestirîye. An mirov, tenê xwendinek e û nivîsa jiyana xwe bi xwe lêdike? Pirsan ew xistibû gêjevankê.

Wisa bû heçku aqil û sewdaya xwe li derekê winda kiribe -belkî jî jibîr kiribe- û heta ku wê nebîne ti hedra wî nebe, çu tebat û sebat nediketê. Heta wê rojê birûskek jê re jenî.  Ew roja kelegerm.

Ev demeke dirêj e Hoşeng ji xwe re gazinan dike; Bo çi jiyan jê re temendî şikefteke xirt û xalî sar têt? Bo çi dengên ruh û dilê wî wekî reşreşokên şevê di şikefta serê wî de deng vedidin û mejiyê wî wekî hestiyekê dikojin, bo çi? Hoşeng, dike nake vê heyama jiyana xwe çi tahm û xweşiyê, çi tîn û geşahiyê ji rojgara xwe wernagire. “Bo çi?” dibû giloka pirsan û li teşiya hişê wî dialiya; her çendî dirêsa, ta û ben jêk netînane derê. Bo dilê xwe digot; tu jî heq î dilo tu jî, tu jî gûzên xwe li ser dilê min ê reben dişkênî…

Tunebê, di kûrahiyan de li kevî û perrên dilê wî, çizirînên kewgirtî birûsk vedida û wekî pîvok û berfîna destê biharê; çawa bi tîna rojê dihese û dizane ku êdî wext e bibişkive, wî jî, di van çaledizên nepenî yên kûrahiya dilê xwe de wisa hest bi pêşhatina lêqewmîneke nepayî û çaverênekirî dikir. Welê bû, heçku ha ha ye dê delîvek lê vebe û dê ji nişkê ve ji ta û werîsê vê kamkojiya rojgara bêhnfetisok biqete û dilê wî, wekî kanîbihariyekê bi heyteholeke boş bizê û bi ser ruhê wî de, avsarkên tezî biherikîne. Wî, hest pê dikir, dengên nivîştara wî li ber hilatinê ne. Welê ye, dê ronahîya xwe şulhe şulhe bi ser de bibiriqîne. Dê zîro û zîwanên berçimka dilê wî bi carekê de bimale û ruhê wî geş bike.

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Kategorî
Rûpel
Sal
Weşanxane
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613