Xebata mamoste Önen bi qasî naveroka xwe, bi çîroka li dû xwe jî gelek muhîm e. Birêz Önen, bi xeyala ku zarokên Kurdan bi zimanê xwe dersa erdnîgarîyê bixwînin dest bi vî karî kirîye. Pirtûk bi qasî ku pirtûkek erdnîgerîyê ye, ew qas jî çîroka berxwedana mirovên erdnîgarîyekê ye ku tê xwestin bêmejû û bêrabirdû were hiştin.
Kolonyalîst ji bo erdnîgarîyekê heta hetayê bikin a xwe, ji çeman bigire ta çîyayan, ji dar û beran bigire heta gîyanewerên li ser dijîn, her tiştî ji nû ve bi nav dikin. Bi vî awayî dixwazin gel ji erdnîgarîya wî û ji çîya, çem û xwezaya wî ya ku ji evîn, bawerî û têkoşînên wî re bûne wargeh bi dûr bixin.
Li hemberî vê yekê, bi sedan nivîskarên Kurd jîyana xwe di ber lêkolîn û nivîsandina dîroka Kurdistanê, erdnîgarî û çanda wê re derbas kirîye û li dijî vê sîyaseta bêmejûkirin û bêkokkirinê têkoşîyane. Lê mixabin digel vê keda mezin a ku wan daye, ji ber ku li xebatên wan nehatîye xwedî derketin, gelek ji wan kesan tevî xebatên xwe di rûpelên bi hizn yên dîroka me de bi wendabûnê re rû bi rû mane. Hin ji wan bi zor û zehmetîyên mezin xebatên xwe gihandibin astekê jî di weşandin û gihandina wan a gel de, bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mane. Îro hê jî gelek lêkolînerên jin û mêr yên bi van zehmetîyan re rû bi rû ne hene. Gelek kesan bi derfetên xwe lêkolînên xwe kiribin û dabin weşandin jî mixabin xebatên wan têra xwe nehatine teqdîrkirin.
Bi wesîleya vê pirtûkê, em di şexsê mamoste de, ji van mirovan, çi yên em navên wan dizanin, çi yên nizanin tevan re spasîyên xwe pêşkêş dikin.
Em wekî Weqfa Îsmaîl Beşîkcî spasîya wan kesan dikin ku tevî ku eleqeya heq dikin nedîtine, bêsekn û westan li dû xeyalên xwe meşîyane. Em dixwazin xwendevanên me bizanin ku dema em polîtîkaya xwe ya weşanê pêk tînin, em vê mijarê tim li ber çavan digirin û em ê hewl bidin ku keda wan kesan bidin xuyakirin.
Rêveberîya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî