Destpêkeke Nû

7,53 

SKUAVES-286
Status3 Di stokê de hene
Categories,

Destpêkeke Nû-Aso Hacî

Li Londonê du xaniyên hejmar (10) hene, yek ji wan cihê niştecihbûn û ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê ye ku hemû biryarên girîng ên Şanişîna Brîtanyayê tê de tên dayîn, hejmar (10)ê din dikeve James’s Square û heta sala 1927an ew jî mal û ofîsa Serokwezîrê Qraliyetê bû, piştî wê tarîxê bûye baregahê Navenda Lêkolînan a Padîşahî Chatham House, ku yek ji navendên herî girîng ên lêkolînan e li cîhanê, di sala 1920an de hatiye damezrandin; cihekî girîng ê biryarên siyasî yên Brîtanyayê ye û bi dehan dîplomat, lêkolerên mezin û siyasetmedarên xuya lê kar dikin. Ew navend girîngiyê dide wan mijaran ku li gor civaka navdewletî girîng in û rehendên wan ên cîhanî hene, bi baweriya hinek çavdêr û lêkoleran çûna Mesrûr Barzanî bo Chatham House û pêşkêşkirina gotarê li wê derê, girîngtir bû ji vekirina deriyê xaniyê hejmar (10)ê Downing Street, ji ber di dîroka 102 salî ya navendê de, yekem car e kurd dibin cihê girîngîpêdanê, Mesrûr Barzanî jî yekem siyasiyê kurd e li wê navendê gotarê pêşkeş bike.

Di vê kitêbê de hewl hatiye dayîn li ser gotara Mesrûr Barzanî ya li Chatham House, raveyên cuda bên kirin, hejmarek mamostayên zanîngehê, siyasetmedar, nivîskar û şirovekaran ji aliyên cuda ve ew gotar rave kirine û nirxandine. Ew hemû ligel gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê kitêbê de hatine komkirin, da ku wek dokumenteke dîrokî û çavkaniyek jî li ber destê xwêneran be.

 

 

 

 

Ji bo hemû berhemên Avesta vir bitikînin

Ji bo hemû berhemên Aso Hacî vir bitikînin

 

 

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar

Weşanxane

Rûpel

Sal

Ziman

Isbn