Kurdistan û Kurd

9,49  8,83 

ISBN: 9786054497492

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-078
Status2 Di stokê de he ne
Kategorî
Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî, heştemîn pirtûka Lîsê ya rêza bi navê Lêkolînên Kurdewar, li ser rewşa Kurdan a siyasî û aboriya Kurdistanê ya beriya sala 1965’an e, ku di vî warî de çavkaniyeke serekî ye.Çîroka çapbûna Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî dûr û dirêj e, ku nivîskar Qasimlo bi xwe dibêje, “Min bi pêşniyarkirina hevalekî, di sala 1957’an de dest bi nivîsîna pirtûkê kir û pirtûk di sala 1962’yan de ji bo çapê amade bû.” Tê zanîn ku pirtûk cara pêşîn bi Çekî hatiye nivîsîn, lê çapa wê ya yekemîn bi Slovakî di sala 1964’an de derçûye. Paşê li Pragê û li Londonê du çapên pirtûkê yên bi Îngilîzî derçûne. Çapa pirtûkê ya bi ‘Erebî cara pêşîn ji ber çapa wê ya bi Îngilîzî derketiye. Bi dû re, pirtûk di sal û deverên cuda de bi gelek zimanên wek Polonî, ‘Erebî, Îngilîzî, Tirkî, Kurdî (bi Kurmancî û Soranî) çap bûye.Nivîskar Qasimlo bi hûrgilî li ser rewşa aborî û siyasî ya her parçeyekî Kurdistanê rawestiyaye û daneyên balkêş pêş me kirine. Dema ku mirov berhemê dixwîne, ji ber hînbûna tiştên gelekî balkêş û girîng kelecan li mirov radibe. Nivîskar mijarên wekî çem, deryaçe, daristanên û xwezaya Kurdistanê, serjimar, dîn, ziman û wêje, xwendina Kurdan, dîroka Kurdistanê ya kevn û nêzîk, dabeşbûna Kurdistanê û encamên dabeşbûnê, peywendiyên Kurdan li gel cîranên wan, siyaseta dagirkeran li ser Kurdistanê, têkoşan û serhildanên Kurdan, li her parçeyî, ji her aliyî ve rewşa Kurdan, xwedikirina pez û dewaran, cotkarî, çandinî, li Kurdistanê dîroka milkiyetê, milkiyeta axê, nîvekarî, hilberana pêtrolê û berawirdkirina pêtrola Kurdistanê li gel a welatên cîhanê û gelek babetên din têr û tijî û bi hûrgilî rave dike û heldisengîne.Pirtûk, li ser aborî û rewşa siyasî ya Kurdistanê be jî, di beşa pêşîn de behsa erdnîgarî, dîn, ziman û wêje û dîroka Kurdistanê dike. Di behsa dîroka Kurdistanê de, ji aliyê aborî û siyasî ve gelek daneyên balkêş hene. Nivîskar di vê beşê de bi gelemperî li ser dabeşbûna Kurdistanê û rewşa van parçeyan rawestiyaye. Wekî din, di vê beşê de, bi behsa gelek bûyer û mijarên curecur re, behsa serhildan û bizavên Kurdan ên wê demê dike û li ser sedem û armancên wan radiweste. Beşa duyemîn bi hûrgilî behsa aboriya Kurdistanê û çavkaniyên wê yên li ser û binê erdê (bi taybetî jî behsa pêtrolê) dike. Dîsa di vê beşê de yeko yeko, li kîjan parçeyê Kurdistanê rewşa aborî û civakî çawa ye, vedibêje. Beşa sêyemîn a pirtûkê li jêr serenavên wekî Karakterê Taybetî yê Meseleya Kurd, Rewşa Niha ya Kurdan, Cihêbûnên Neteweyî yên Kurdan, Karakterê Xebata Rizgarîxwaziyê ya Gelê Kurd û Mafê Qedera Xwe Bi Xwe Tayînkirina Neteweyan behsa Pirsa Kurd dike.Dr. ‘Ebdurrehman Qasimlo, di 22’yê Berfanbara sala 1930’yî de, di malbateke dewlemend û navdar de, li bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Wî xwendina xwe ya seretayî û navînî li Ûrmiyeyê kuta kir, pişt re, ji bo ku bi xwendina xwe berdewam be, çû Têhranê. Li ser helwesta kurdheziyê, wî çalakiyên xwe yên siyasî ji sala 1945’an û pê ve, dema ku hê di panzdeh saliya xwe de bû, bi damezirandina Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê, li Ûrmiyeyê dan destpêkirin. Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mahabadê (1946) têk çû, Dr. ‘Ebdurrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nehînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fermî yê Hizbî Dîmoqratî Kurdistan.‘Ebdurrehman Qasimlo di hejdeh saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû Frensayê. Piştî demekê, ji wir çû Çekoslovakyayê, piştî ku li Zankoya Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî-civakî de wergirt, di sala 1952’yan de, çaxa desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq, vegeriya Îranê û di xebata li dijî rejîma selteneta Şah Riza Pehlewî de beşdarî têkoşanê bû.Dr. Qasimlo piştî pênc salan careke din vegeriya Çekoslovakyayê û di sala 1962’yan de ji Zankoya Pragê doktoraya xwe ya di para aboriyê de wergirt.Dr. Qasimlo heta sala 1970’yî li Zankoya Pragê bi dayîna dersên aboriya kapîtalîst, aboriya sosyalîst û teoriya geşedana aboriyê bi mamostetiya xwe berdewam bû.Wî ji sala 1976’an heya 1978’an, di Para Ziman û Bajarvaniya Kurdan de, li Zankoya Sorbonneê, li Parîsê ders dan.Qasimlo, roja 13’ê Pûşpera sala 1989’an, dema ku berdevkên Komara Îslamî ya Îranê pê re muzakere dikirin, ji aliyê yek ji berdevken Komara Îslamî ya Îranê ve, tevî du hevalên xwe hat kuştin.Navdartirîn û girîngtirîn berhema Dr. ‘Ebdurrehman Qasimlo, ku teza wî ya doktorayê ye, pirtûka wî ya bi navê Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî, lêkolînên wî yên bi şêweyê akademîk û zanistî li xwe digire û ji ber vî awayî, berhemeke qorzîber e, ya ku pêwîst e hemû xwendevanên Kurd ên baldar û lêkolînerên Kurd tevî pirtûkxaneya xwe bikin.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Werger
Sal
Pîvan
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613