Bi Çavê Yê Din Adiyeman-Mehmet Oncu
Heta îro jî, nasnameya şarê Adiyeman ya şehrevaniyê nehatiye pêk anîn, lê di vê mijarê de Adiyeman xwedi derfet û belgeyên gelekî xurt, dewlemend û bêhempa ye. Li vê bajarî, kesên bixwazin li ser vê mijarê xebatê bikin hebin.
Gava mirov li ser çavkaniyên Adiyeman lêkolîn dike, di dawiyê de dizane ku berhemên vê mijarê hêjayî xwendinê gelekî kêm in. Berhemên ku hatiye nivîsîn, ne bêteref û objektîv in, lew ku piraniya wan bi mentîqa rêvebirên dagirker hatiye nivîsîn. Kesên ku ew berhem nivîsandi, bi rêvebirên vî bajarî yên dagirker re bi heman ziman diaxivin. Bi piranî, ew kesên çavbirçî, vî welatî ji bo xwe, xism û terefgiriyên xwe wekî deriyê rant û qezencê dibînin.
Di rastiya xwe de, Adiyeman û derdora wê, ku ji aliyê dagirkeran û menfaetperestên hov ve neyê lewitandin, xwedî çavkaniyên xwezayî, avhew û xweşikiya serwîn ye. Ji bo kesên ku li ser dijîn, beheşteke ruzeminê ya bêdawî ye. Lê belê, kesên li ser axa vî welatî dijîn, hişyar bin û haya wan li vê dewlemendiyê hebe.
Hemwelatiyên Adiyemanî divê xwedî berteka parastina welatê xwe bin, çavkaniyên wê bi destê diz û daberizên çavbirçî û hov ve bernedin. Bê guman, ew jî têrê nake! Xwediyên vî warî, xwedî hiş û feraseta xwe bin ku dikarin dewlemendiyên xaka xwe, bêyî ku zirarê bidin xwezaya wê, veguhezînin xêr û bêrê.
Ji bo hemû berhemên Weşanên Sîtav vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Mehmet Oncu vir bitikînin