“…Fikra berhevkirina navên kurdî ji zû de di bîra min de bû. Piştî mirina kekê min Mehmed Uzun, min xebata civandina navan bileztir kir. Dema Xwedê jê razî Mehmed nexweş bû, ew ji bo tedawiya nexweşiya xwe, li nexweşxaneya Venî Vidî ya Diyarbekrê bû. Hingê ez jî qasî 4-5 hefteyan li ba wî mam. Rojekê Dr. Fîkrî Kutlay û xortek hatin oda Mehmed. Di hembêza wî xortî de zarokekî pêçayî hebû. Dr. Fîkrî got: Berî nîv saetê keçeke vî xortî û jina wî hat dinê. Ew dixwazin Mehmed Abê navê wê lê bike. Mehmed raketibû. Fikrî ji wî xortî re got: Tu dibînî Mehmed Abê razaye, hema ez kefîlê wî, bila navê keça te Zerya be, jixwe navê keça Mehmed Abê ji Zerya ye, ew ji vî navî hez dike. Xort bişirî û pirsî, got: Wateya Zerya çi ye? Min got: Bi tirkî Deniz e.Dema Mehmed şiyar bû, min jê re mesela hatina Dr. Fîkrî û xortê nû bûyî bav kir. Me dest bi sohbeta li ser navên kurdî kir. Min got, divê meriv navên kurdî digel wateyên wan bicivîne û çap bike da ku herkes bikaribe bi hêsanî ji xwe re navan hilbijêre. Mehmed li min nêrî û bi dengekî nerm got: Birako bi gotina divê nabe, hema tu ji îro û pê ve dest pê bike û navan bicivîne. Min jî hema bi carekê de got; de ji te re soz ez ê vî karê bikim. Hêvî dikim ev berhevoka navan dê alîkariya dê û bavan, xwişk û birayan, kal û pîrikan, ap û metan, xal û xaltiyan bike ku ew navekî li gor dilê xwe ji zarokên malbata xwe re, ji bînahiyên çavên xwe re hilbijêrin.“