Rênas Jiyan
Di 1’ê reşemiya 1974’an li Qosera Mêrdînê ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê beşa Mamostetiya Seretayî xwend. Piştî zanîngeh qedand dest bi mamostetiyê kir. Di 1999’an de dîwana wî ya yekem Janya çap bû. Di sala 2002an de li gel 12 kesan bi hinceta xebatên li ser zimanê kurdî li Mêrdînê hate girtin û piştî wê hat sirgûnkirin[1].
Rênas Jiyan di helbesta kurdî de xwediyê cihekî girîng e. Dîwana wî ya bi navê “Janya” di nava xwendevanan de pir hate hezkirin ku hê di pirtûka yekem de ew weke pênûseke xurt da nasandin. Di dîwana “Koleksiyona Çirûskan: Mexzena Xwînê” de bi kolleksiyonên helbestan xwestiye balê bikişîne ser rewşa kurdan a sosyopsîkolojîk û bi hêmayên bîra helbestvan, dîmenên heyamekê saz bike ku ev jî bi mirov dide gotin ku bandora wî dê li ser nifşên nû xurt be. Bi şano-trajediya xwe ya bi navê “Di Tuwaletê de” tundî, xerabî û xezeba mirovan vegot. Pirtûka wî “Ji Şevê Re Çend Têgehên Dera Hanê” xebateke li ser bindestî û têgehan e. Di havîna 2003’yan de ekola “Çirûskîzm”ê eşkere kir[2]. Bi pirtûka xwe ya bi navê “Çirûskîzm Li Ser Goşt û Agir û Hunerê Lêkolîneke Fenomenolojîk” bingeha felsefe û teoriya bi kurdî saz kir û ekola Çirûskîzmê ava kir. Di 1!ê cotmeha 2016!an de li Amedê hate desteserkirin û piştî 5 rojan hat serbestberdan.[3]. Di romana xwe “Spîtama” de mîtolojiya kurdan û felsefeya Zerdeşt vegot. Ev roman pirtûkeke dîrokî û felsefîk e. Di romana xwe ya “Bacanên Pelçiqî” de li ser feodalîzma kurdan sekinî, û ciyekî fire da karakterên jin. Romana wî “Stranên Sor Niviştên Mor” romaneke poetîk e û ji antîkarakteran pêk tê. Ji sala 2003an û vir ve edîtoriya Weşanên Belkî û di sala 2007an de bi destpêkirina kovara Çirûskê dîrektoriya wê dike.
Showing 1–12 of 17 results
Parzûnê sepînin-
Bacanên Pelçiqî
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
13,38 €12,44 € Têxe Tûrik -
Berfwerîn
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
8,70 €8,09 € Têxe Tûrik -
Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
8,67 €8,06 € Têxe Tûrik -
Çîrûskîzm
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
17,65 €16,41 € Têxe Tûrik -
Di Tuwaletê De
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
6,71 €6,24 € Têxe Tûrik -
Diêşiya
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
6,95 €6,46 € Têxe Tûrik -
Dîn û Şîn
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
8,88 €8,26 € Têxe Tûrik -
Em Ketin Peyvê Me Xwe Ji Bîr Kir
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
7,78 €7,24 € Têxe Tûrik -
Êvar Încas in Şev Kersele
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
7,50 €6,98 € Têxe Tûrik -
Janya
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
8,55 €7,95 € Têxe Tûrik -
Ji Şevê Re Çend Têgehên Dera Hanê – Rênas Jiyan
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
12,89 €11,99 € Têxe Tûrik -
Kavirên Anarşîst
- Nivîskar: Rênas Jiyan
- Weşanxane: Belkî
13,15 €12,23 € Têxe Tûrik