Yarsan An Jî Ehlê Heq

10,99  9,34 
-15% Erzanî

ISBN: 9786059295659

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-048
Status2 Di stokê de hene
Categories,

Yarsan An Jî Ehlê Heq-Deham Evdilfetah

Ev pirtûk, ku di nav destên me de ye, bi navê Yarsan an jî Ehlî Heq, ji pênc gotaran pêk tê. Ev gotar, herçend ji hêla sernavê wan ve ji hev dûr in, lê ji hêla naverokê ve gelekî nêzîkî hev in û bi hev re mijarê xwe sergihayî dikin.

Gotara yekem, bi sernavê “Veşarteya Kurdî” (Batinîya Kurdî) ye. Nivîserê vê gotarê, zanyar û Kurdnas Thomas Bois e. Thomas Bois, piştî ku pirtûka Nûr ‘Elî Şah ya bi navê Veşarteya Kurdî bi zimanê Frensî xwendiye, ev gotara xwe bi heman ziman û heman nav nivîsîye. Nûr ‘Elî Şah pirtûka xwe bi zimanê Farisî nivîsîbû, û Dr. Mihemed Mukrî ew wergerandiye bo zimanê Frensî, ku paşê Bois xwendiye.

Gotara duyem, bi sernavê “Rêbaza Ehlî Heq li Kurdistanê”, ji alîyê lêkoler Zîba Mîr Huseynî ye û bi zimanê Îngilîzî hatiye nivîsîn.

Gotara sêyem, “Ravekirina Xewnan li nik Ehlî Heq” e. Dr. Mihemed Mukrî ev gotar bi zimanê Frensî nivîsîye.

Gotara çarem, bi sernavê “Hêmaya Durê di Folklora Farisî û di nav Kurdên Ehlî Heq de” ye. Ev jî bi zimanê Frensî hatiye nivîsîn û nivîskarê wê jî Dr. M. Mukrî ye. Di dawîya vê gotarê de, Mukrî nêzîkî 415 malikên helbestî ji dastana Hacî Ni’metullah Mukrî yê Cêhûnî nivîsîne. Ev destana bi navê Şahnameya Heqîqet (Dîroka Şahên Rastîyê) tê zanîn, ku ji 11117 mal yên helbestî kêşsaz û bi rêzbendî pêk tê. Zimanê destanê Farisî ye, lê hin bêjeyên Kurdî jî bi şêwazê Goranî û Kirmanşahî ne.

Gotara pêncem, bi sernavê “Bandora Çanda Îranîya Dêrîn li Rewşenbîrîya Olî ya Ehlî Heq” e. Nivîserê vê gotarê Islah Ebdulfettah e, ku herwisa wergêrê wan çar gotarên pêşîn e. Ew, gotarên yekem, sêyem û çarem ji zimanê Frensî, û ya duyem ji zimanê Îngilîzî, wergerandine ser zimanê Erebî.

 

Ji bo hemû berhemên lîs Yayınları vir bitikînin

Ji bo hemû berhemên Deham Evdilfetah vir bitikînin

 

Agahî

Weight 0,16 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613