Xewna Şeveke Havînê

6,89  5,86 
-15% Erzanî

ISBN: 9786054497126

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-159
Status3 Di stokê de hene
Categories
Xewna Şeveke Havînê, yek ji navdartirîn şanonameyên William Shakespeareê şanonûs, helbestkar û ekterê Îngilîz, li jêr rêza pirtûkan a bi navê Şano, Hemû Lîstikên Wî, bi wergera Kawa Nemir, wekî yek ji parçeyên hemû berhemên William Shakespeare û berhema duyemîn a vê rêzê, ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hat weşandin.Xewna Şeveke Havînê ya ku yek ji şanonameyên Shakespeare e, yên ku herî zêde hatine lîstin û têne lîstin, di sala 1597’an de hatîye nivîsîn û tevî hatûçûya geş û gurr a qerekterên tê de şanonameyeke bizavdar û gelekî komîk e. Her wiha, bi zimanekî sade jî êş û jana dildaran bi vî rengî dide xuyakirin:
“Hin kes çawa dikarin ji kesên din bextewartir bibin?!Li seranserê Atînayê dibêjin ku ez bi qasî wê bedew im.Lê bi kêrî çi tê? Demetrius wilo nafikire,Heta ku çewtîyê bike, bibe mirîyê çavên HermiayêÛ ez jî wiha bi hemû tiştên wî rayî bim,Ew ê ji tiştê ku nas dike û pê ve tiştekî din nas neke.Evîn dikare tiştên ji dera hanê yî rûreş î virtîvalaTê xe dilqekî din, rûmetê bidîyê.Evîn bi çavan nanihêre, bi xeyalan dinihêre,Lewma Cupidê baskdar kor tê nîgarkirin.Evîn nizane bisekine û hizir bike,Baskên wê hene, çav nînin li ser, ber xwe nabîne difire.Lewma jî dibêjin, Evîn zarokek e,Ji ber ku di hilbijartinê de pirr caran tê xapandin….”
Xewna Şeveke Havînê ya ku William Shakespeareê gewre ew çar sed û hejdeh sal berê nivîsîye, yek ji parçeyên zêrîn ên gerdûna şanoya Shakespeare e, yên ku li hemû cîhanê navdar in. Xewna Şeveke Havînê, ku Shakespeare tê de çîroka xwe ya mirovan û cin û perîyan ji çavkanîyên dîrokê û ji zargotina gelê xwe tîne, êdî bi zimanê Kurdî yê dewlemend, li ber dest e!.

Agahî

Weight 0,20 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Pîvan
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn
Werger

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar