Gregor Samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî.”
Ev hevoka pêşîn a Veguherîna Franz Kafka, heq e ku mirov bibêje, yek ji navdartirîn hevokên pêşîn e di nava hemû hevokên pêşîn ên hemû deqên wêjeyî de. Bazargerekî bi navê Gregor Samsa, yê ku reng e gîyancêwiyê nivîskarê xwe bi xwe ye, bilaşûgewdebûn û bercestebûna hêmaya havîbûna takekes a di nava civaka xebatê de ye, hêmaya derasayî ya ku derîyê honakeke hem tîr, hem jî rohn vedike û bi havîbûn û bendetîya takekes a ku bi her şêweyî dinimîne, xwendevanê xwe digire dixe pey wê cotpirsa ku bersiva wê zehmet e bê dayîn: Gelo mirov ew zindî ye, yê ku zerengîya xwe ya hestkirina bi kêzikbûna xwe ji dest daye? An jî gelo kêzik ew zindî ye, yê ku zerengîya xwe ya hestkirina bi mirovbûna xwe bi dest ve anîye?
Veguherîn. Yek ji sertacên çîroka nûjen a mirovahîyê û di nava ‘hemû berhem’an de, karîbara Franz Kafka. Êdî bi Kurdî. Bi wergera Fatih Aydınê ku yek ji wergêrên me yên xort e. Bi Kurdîyeke ku serfirazîya Kurdî ye.
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613