Siya Nepenê

8,14 

ISBN: 978-605-9017-19-0

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNA-33
Status3 Di stokê de hene
Categories

Gulbedewa min, Gulbanûya min, Guljiyana min! Vêga li fuarê rûniştime û hestên ku niha bi min re çêbûne ji te re dinivîsînim. Li ber birkeke tijî av im. Di hundirê birkê de kelekeke biçûk heye, du evîndar li kelekê suwar bûne û kêf û coş û eşqa xwe parvedikin. De were û bira kezeba min neşewite, dil bangî te neke… Ez ê çawa karibim ji bêyî te bijîm? Çend ordeg jî li tenişta kelekê avjenî dilîzin. Serê xwe noqî nav avê dikin; dema em zarok bûn em diketin çemê Çexçexê û me jî wek van ordegan serê xwe di avê de dadikirin…      Vêga tenê li ser masê rûniştime û ji te re vê nameyê dinivîsînim. Wilqasî dilê min zîz bûyê ku, ez dixwazim dilê xwe yê ji bo te birîndar, weke çemekî ramûsanan ber bi te ve biherikînim. Tu jî bîskên porrê xwe yê zer, bi derziya lêvên xwe bi dilê min ve bidirû, ku birîna veqetînê hinekî puxte bibe…      Payîz e, pelên daran diweşin. Halbûkî bi hezkirina te re kulîlkên dilê min dibişkivîn. Ku îja te bibînim, êdî tu kes ê nikaribe min zemt bike…      Vêga du evîndar di ber min re derbas bûn û li maseya kêleka min rûniştin. Destê xwe avêtin stuyê hev, ji xwe re li birka fuarê dinêrin. Bi dîtina wan re keserek kûr ji nav lêvên min difirre. Heya demek berê em jî wilo li kêleka hev bûn. Destê me di stuyê hev de bûn. Me tiştên ji van her du evîndaran behtir dikir. Me ramûsanên bi dizî li qeraxa lêvên hev dixistin. Guljiyana min, weke muhabeta cemreya biharê xweş bû…      Vê Nepenê em ji hev dûr xistin. Bû siya ber dilê me. Ji tirsa wê êdî hew diwêrim di ber mala wê de biçûma. Ji neçarî min berê xwe da van deran. Tu jî di bin siya wê de girtî maye. Siya wê bûye janek û xwe berdaye ser riya hezkirina me…

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613