Sîsirkê Hesinî-Selîm Berekat
Ka bibêje zaroko!
Te çi dîtiye, kambaxo? Her tiştî bibêje, her tiştî tazî bike! Toz û kulxanê bi ser serê me rake. Ka çîrçîroka Binxetê kitekit bi kitekit li ber çavan raxe. Tu zarok î, û em çi hêvîyê ji zarokekî dikin ji bilî ku xwelîya rastîyên Binxetê, wêranî bi wêranî, bi ser serê me de dake… De ka bibêje lo!
Sîsirkê Hesinî, piştî bîst û çar salan, ji penageha zimanê Erebî vedigere hêlîna zimanê xwe ya ku Selîm Berekat neşîya pê binivîse, lê ew wekî deqeke hunerî û wekî vejîyandina hişê dîroka cihgeheke dilovan û dilsoj, mîna ku aniha hatibe nivîsandin, û ji bo xwendevanên ku Sîsirk bi Erebî nexwendiye dê sermestîyeke taybet pêşkêşî bike.
Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, zaroktîya me dê ji nû ve dest bi zorbazî û desthilata xwe bike û hemû îzgehên nivistî dê ji nû ve hilperikin. Laşê qonaxê û sirûdên bêrîkirina bi şewat dê li ber pêlên efsûna nivîsandina hunerî û rasteqîn ber bi hestên westîyayî ve sernişîv bibin.
Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, em ê karibin nivîsandina xweş û xweşik ji ya sade û kirêt cuda bikin û em ê hîn bibin çawa nivîskarek dikare bibe wijdanê gelê xwe û guwahê rûpelên dîroka wî?
Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, em ê hîn bibin çawa dîroka xwe bi awayekî hunerî biafirînin û çawa wê dîrokê ji destê sextekar û cambazên peyva Kurdî rizgar bikin û şikestina xwe wekî vîyan û serhişkî û tolgirtin lê ne wekî kûrekûr û dilpêşewitandin, pêşkêşî cîhanê bikin.
Bi pênûsa efsûnbêj a şahê nivîskarên zimanê Erebî Selîm Berekat û bi wergera kubar û herikbar a helbestkarê hêja Ehmedê Huseynî, êdî Sîsirka Hesinî bi çapeke duyem a birêkûpêk dibe malê Kurdî!
Ji bo hemû berhemên Lîs Yayınevi vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Selîm Berekat vir bitikînin