Şibake

7,81 

ISBN: 9786257085793

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNA134
Status2 Di stokê de hene
Categories

“Şibake” hem navê pirtûkê ye hem jî navê çîrokê ye, ev çîrok di 11. Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kûrt de hêjayî xeleta hatibû dîtin. Nivîskar Serdar Komurcu du sal li ser hevdû di vê pêşbaziyê da xelat bidestxistiye. Lewma wî vê pirtûkê diyariyê Şerzan Kûrt kiriye. Serdar Komurcu heya vêga 4 roman bi tirkî û 2 du pirtûkên çîrokan jî bi kurdi nivîsandiye. Di çîrokên pirtûka Şibake de diyar e ku nivîskar  her diçe li nivîskariya xwe zêde dike. Di pirtûkê de 10 çîrokên ji aliyê teknikê û mijarê de ji hev cûda hene, çîrokên kesên ji rêze,mijarên  ku em dizanin û tevneke zexm wê van çîrokan bi xwendevan bide xwendin.

“Jiyan, wek çemê avê, bê navber diherikî, diguherî û Mêro jî wek hesinekî li ber dilopa avê be, di cîhê xwe de mabû û her ku diçû zingar digirt!”

***

“Mirov digot qey derdora wî giştik tije stirî ye û nikare bi dilekî rihet xwe bide erdê û rûnê. Rewşa wî balkêş bû. Li her du destên xwe nêrî, tilîyên xwe ji hev vekir, destên xwe qeliband û wek dest û tilîyên xwe nû kifş bike, bi balkêşî li pişta destên xwe û li tilî û nenûkên xwe nêrî. Bêhneke kûr veda. Mahdê wî tirş bû. Gelo bêhna wî, ji destên wî yan jî ji tilîyên wî teng bûbû?  “

Agahî

Weight 0,12 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar