Seta Hînker

57,20  53,20 

ISBN: 9789756282793

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUstenbol-0040
Status25 Di stokê de he ne

Hînker 1:

Ev pirtûka li ber destên we, pirtûka asta yekemîn a setekê ye. Bi vê pirtûka asta yekemîn, kesên ku qet bi kurmancî
nizanin dê bikarin li gorî mijarê peyv û têgihên pêwîst û hin mijarên rêzimanî hîn bibin û bi hîndariyên cur bi cur behremendîya xwendin, têgihîştin û nivîsandina kurmancî bi pêş bixin. Kesên ku dixwazin kurmancî hîn bibin, ev pirtûk dê bi rênîşanderîya mamosteyan wan bigihîne asta duyemîn.

Di vê pirtûkê de;

• Dîyalog û nivîsên kurt û sivik
• Pirs û xaçepirsên bikaranîna zimanî
• Mijarên rêzimanî û hîndariyên têkildarî wan
• Li dawîya her unîteyê spartekên bi hîndariyên cur bi cur
• Nimûneyên bikêr ji stran, helbest û zargotina kurdî
• Lîsteya lêkeran bi kişandina li gorî dema borî, dema niha û raweya fermanî
• Bersivdanka hîndarî û spartekan

Hînker 2:

Ev pirtûka li ber destên we, pirtûka asta duyemîn a setekê ye. Bi vê pirtûka asta duyemîn dê kesên ku Hînker Kurmancî

asta yekemîn qedandibin karibin kurmanciya xwe bigihînin asteke bilindtir. Her wiha ew kesên ku bi kurmanciya devkî

dizanin dê hînî rêgez û rêzikên kurmanciya nivîskî bibin.

Di vê pirtûkê de li gel zimanê nivîskî, qalib û şayesên kurmanciya gelêrî bingeh hatine girtin û deqên otantîk lê hatine

zêdekirin. Ev pirtûk dê bi rênîşanderiya mamosteyan xwendekarên zimanê kurdî bigihîne asta sêyemîn.

Di vê pirtûkê de;

  • Diyalog û nivîsên li gorî pêdiviyê
  • Pirs û xaçepirsên bikaranîna zimên
  • Mijarên rêzimanî û hîndariyên têkildarî wan
  • Li dawiya her unîteyê spartekên bi hîndariyên cur bi cur
  • Bi nimûneyên bikêr ji stran, helbest û zargotina kurdî danasîna çand, dîrok û wêjeya kurdî
  • Lîsteya lêkeran bi kişandina li gorî dema borî, dema niha û raweya fermanî
  • Bersivdanka hîndarî û spartekan
  • Taybetiyên zimanê kurdî
  • Dengên bingehîn ên kurdî bi Alfabeya Navneteweyî ya Fonetîk (IPA)

 

Hînker 3

Ev pirtuka li ber desten we, pirtûka asta sêyemîn a setekê ye. Ev rêzepirtûk ji sê pirtûkan pêk tê. Fêrxwaz dikarin vê pirtûkê hem tevi her du pirtûkên berî wê hem jî wekî pirtûkeke bi serê xwe bi kar bînin.,

Kesen ku qet bi kurdi (kurmancî) nizanin, piştî pirtûkên asta yekemîn û duyemin, dikarin vê pirtûkê bi kar bînin. Her wiha kesên ku kurdi (kurmancî) heta radeyekê dizanin ji dikarin ji bo hînbûna zimanê nivîskî û rêz û rêçikên kurmancî sudê ji vė pirtûkê wergirin.

Fêrxwazên ku vê pirtûkê di bin çavdêrîya mamosteyekê/î de bi rêk û pêk temam bikin, dê rêz û rêçikên bingehîn ên rêzimana kurdi (kurmancî) nas bikin û dê di warê xwendin, nivîsîn, têgihîştin û bikaranîna kurmancî de bigihėjin asteke bilind. Di vê pirtûkê de ev mijar hene:

Diyalog û nivîsên li gorî pêwîstîya mijarê

• Pirs û xaçepirsên bikaranîna zimen

Mijarên rêzimanî û hîndarîyên têkildarî wan

• Li dawiya her uniteyê spartekên bi hindariyên cur bi cur

Listeya lékeran bi kişandina li gori dem û raweyan

Bersivdanka hindari û spartekan.

Taybetmendiyên giştî yên zimanê kurdi

Dengên kurdi bi alfabeya navneteweyî ya fonetik (IPA)

 

Aynı alandaki diğer Hînbûna Kurdî kitaplarına buradan ulaşabilirsiniz.

Agahî

Weight 0,90 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî ,
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613