Kêşana semayê govenda ayînî û secûdeye bo nûra(dîndara) Xwedê.
Êzdiyatî yeke ji bawer û diyanetên li ser rûyê erdê, yê mîna (Someriyan, babilyan û Mîtrayan) kevnar û kûr e. Ew bi sirûştê dinyayê ve girêda ye; weke pîroziya (rojê, heyvê, sitêrrê, û …hwd.). Êzdiyatîyê Xwedê bi van tiştên sirûştî naskiriye, hizir û şaristanîya kevin û nû, ya mirovatîyê di nav xwe de hembêz kiriye, bi taybetî şaristanîya rojhilatê, ji wan jî Mîtrayî (Mîtra perestî). Berdewama zanîn, rê, risim û adetên Êzdîtîya bavkalan li parizgeha Lalişa pîroz têhne geran.
Di Êzdiyatîyê de sema yek ji nîşanên Xwedênasiya dêrînî û resenîyê ye. Li gorî mîtolojiya Êzdiyan, rê û rismên semayê vedigerine berî destpêka jiyanê li ser rûyê erdê. Semaya dînî di Êzdiyatiyê da, yek ji nîşanên Xwedê nasiyê ye, anku sicudete bo hebûn û hêz û kerameta Xwedê ye. Êzdiyan li ser demê mêjûya xwe, bawerî bi yekîniya Xwedê û her heft milyaketan hebûye. Her wesa bawerî bi tiştên siruştî yên mîna: ax, av, bayî, agir ku ji durê peydabûne hebûye. Lewma heta niha jî li demê kêşana semayê agir tête vêxistin û sê cara semakêş li dor dizivirrin. Êzdiyan her ji kevin da agir kiriye nîşan bo berdewamiya ronahîya rojê bi şevê.
Sema gelek sembolên jiyanê bi xwe ve girêdide. Ew ji kevn de û heta îro roj di Êzdiyatîyê de heye. Kevnarîya wê di rêya gelek bizavên sirûştîyê, rewşenbîrî û mêjuwa gelan de jî diyar dibe. Ew gelê ku ev cûre govenda wî ya ayînî hebe, ewî pêşkeftî ye.
Ji edebên dînê Êzdîyan :
„Ya herame selef, dîzî û dereo
Kuştin, zina û xeberdan ji ne bo
Û yê ji xêrî Xwedê ra secûde bo „ Pîr Xelat Elîyas