Şekirê di Berîka Bavê min de

7,91  6,72 
-15% Erzanî

ISBN: 9786257253659

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVES-009
Status3 Di stokê de hene
Categories
Di romana Şekirê di berîka bavê min de Dîlan Şewqî bîr û baweriyên mîstîk yên di hiş û bîra civatê de cî girtine û hîn jî zindî ne, bi çîroka dilsotîner a jin û dayîkeke kurd (Xanê) ku pêwendiya xwe ya bi salan ya bi pîrhevokekê re daniye, ji zilamê xwe yî ku di navbera Binxet û Serxetê de (bi gotineke mayîn di navbera efsane û rasteqîniya heyî de) karê qaçaxiyê dike (Şemso) veşartiye, bi awayekî hunerwerane û bi wêrekî vedihûne. Di vê vehûnanê de “hebûna jinê” û “kirasê ku lê hatiye kirin” (ev nîgaş di tekane diyariya Şemso de derdikeve mexderê, ku ji bo fantaziya xwe ji jina xwe Xanê re anîye) ya ku xwe spartiye dab û nerîtên civakê yên fena deziyê çil girêkî, di nava tewekên hezar salane re tên û xwe li keviyên zemanê me yê ku ji zemanê hemû gelan ciyawaztir e, didin. Jin, gelekî bi hêsanî tên berdanê (keçikan tînin û dûndeyê xwe didin destê wan) û mêrên ku di berîkên xwe de bi sê kevirên telaqê digerin, ji bo ku ben ji destê wan nefilite, vedigerin û bi dayîkên xwe dişêwirin. Heman mêr e, yê ku van gotinan dike; “Ez qurbana vî laşê sipehî bim.”, yan; “Dayê jinka min a delal bûye destbiraka pîrhebokekê!”,  yan, “Ew berê bû Xanê, firaxa cam ko bişkê lihêm nabe.”, Dîlan Şewqî, berê me xwîneran dide nava efsaneyan, bi him hima pîrhevokên ku kurmancî dipeyivin re, em li dû nasnameya xwe dikevin.
Şener Ozmen
Weşanxane: Avesta
Nivîskar: Dîlan Şewqî
Wergêr:
Cûre: Roman
Rûpel: 144
Zîman: Kurdî
Sal: 2021
Pîvan:  13 x 19.5 cmISBN: 9786257253659

Agahî

Weight 0,18 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Pîvan
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613