Sê Rojên Mê

8,64 

ISBN: 9786257085953

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNA145
Status8 Di stokê de hene
Categories

“Sê rojên mê” ji sê çîrokan pêk tê ku nivîskarê wan çavdêr û maxdûrî  wan hersê rojan e. Çavdêriya di rojên dagirkirina Efrînê de êş û azara sê jinan e. Gava nivîskar ji nû de wan êşan dijî; em jî pê re diêşin û ji nêz de dagirkerên cilreş,rûdirêj,biçek,bixwîn dibînin. Bi van sê rojan re wê hêrs û kîna we zêde bibe.Xwezil,xwezil,xwezil…

“Sedema bingehîn a ku hişt ez berbivan çîrokan ve biçim jin e. Jina ku li welat dijî, jina ku di rewşên şer de têkoşîna berdewamiyê dike, jina bindest. Bindestê civakeke bi pirsgirêkên xwe, bi xelkê û dijmin û bi berxwedaniyê re mijûl e, da ku giha astekî ku jin ji sînorên hizirandinê bi dûr xist. Tevî ku weke li rojhilata navîn tê naskirin ku jin nîvê civakê ye, tevî ku di xizmeta civakekî tev de ye, lê mixabin ewa di jiyana rastî de ya herî qels e bi tevger, deng û hawarên xwe. Di “Sê rojên mê” de, min weke li hurdekên jiyana jinê li welêt û di rewşên herî dijwar de yên ku mirov têre derbas dibe, taqeke biçûk vekir. Ew bûyeran di sala 2018’ande çêbûn, ango di rojên despêkê de dema ku Efrîn hat dagirkirin û lehengên çîrokan hemû ji rastiyê ne, hemû ez bi xwe wan nas dikim û mîna ku çîrokek be û ez bi xwe di bûyerên wan re derbas bûm. Belkî tenê nav hatine guhartin, lê ew hemû tevlî me li ser erdê jiyan dikin, an jiyan dikirin. 10 Ew sê beş in, bûyerên sê rojan e, sê keç in û her wiha rastî jî sê caran tê tekezkirin. Mabesta min ew bû, ku ez bûyerên wan tomar bikim, ku her xwendevanek nas bike jin bêtir çawa hîs dike û jiyana wê çawa tevlî civakê didome. Min xwest ew çîrokên han bibin nimûne, da ku hin xalên paşketî werin çareserkirin û yên balkêş bi kêmanî werin naskirin.”

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Pîvan
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613