Bezar… Hevala min a pir… Şeniyen Milazgire hezar nav u nuçik le dikirin. Bezara hesir, Bezara bexwedi, Qijika Xwede, Bezara bemiraz, Bezara dinik…
Ez paşe tegihiştim ku di zarokatiya min de li Serhede meriven din u seqet pir bun. Li Agiriye, Muşe, Kope, Wane, Erdişe u li Mİlazgire. Tev ji zaroken sala qirkirina Geliye Zilan bun u piraniya wan bermahiyen we qirkirine bun.
Bezar ji mina teyrikek ku ji ber şewata daristaneke filitibe ji qirkirina Geliye Zilan xelas bubu. Di nava bajar de kesi ve rastiye zede nediani ziman le gelek kesan dizanibun. Temene Bezare li ser şest sali bu le li ser xwe bu. Xaltiya min je re digot gula Kele. Meriven mezin en ku serpehatiya we dizanibun dile xwe pe dişewitandin. Ji ber ve yeke delaliya Kele bu. We qet careke ji qala serpehatiya xwe u qirkirina Geliye Zilan ji min re nekir. Mina qet li wir nejiyabe u qet tiştek nedittibe. Serpehatiya we her kesi dizanibu le meriv digot qey we bi xwe nizanibu.
Di nava bajar de ji bili we jin nikaribun ewqas serbest bigeriyana. Ji ber ku pir digeriya her kesi we dikir. Gele bajar we xwedi dikir. Nane didane, pel u poten xwe le dikirin. Ji ber ve bimaya dibirin malen u heta sibe dihewandin.