Razên Şîn

10,10 

ISBN: 978-605-7957-65-8

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUJJ-83
Status3 Di stokê de hene
Categories
“Bajaro tu çima bi min re naaxivî? Ez amade nîn im te wisa bi bêdengî hîs bikim. Tu jî wek min birîndar î. Dilê te wek min wesle wesle ye. Em salên berê li vir bi etra dildariyê gelek caran diaxivîn. Tu heval û hogirê me bûyî. Şirîkê evînên veşarî bûyî. Te em dixistin paşila xwe, wek dayîkan dihewand. Ez tu me, tu ez im. Rojhelata te di şer de rûxandin, li rojavayê te jî amadekariya rûxandina bi makîneyan hê didome. Dayîka min li rojhelat di heloşandina te de jiyana xwe ji dest da. Te ez bi xeyala wê re bi tenê hiştim. Ka min çi xerabî bi te kiribû ku te evînên nenas berî ser dilê min dan. ”
Bajar wek ku dihejike. Çavên xwe digire, guhdar dike.
“Erê keça delal. Bi dengê veşarî bibêjim çi? Deriyê min bi zilma dema bêbext şikênandin. Ez bi makîneyan, çekan, tanqan pelçiqandim. Bi hêrsa hezar salan êrîş kirin lê min bi wehca jiyana serbixwe li ber xwe da.
Darên min şewitandin, hewşên min xera kirin. Kevirên min ên hezar salî kirin binî erdê. Bêhna mirinê ket nav kuçeyan. Hinek reviyan, hinek mirin, hinekan bê çek şer kirin.
Jiyana hezar salan wesle bi wesle bû, bi ser dîrokê de weşiya. Evên ji mirinê filitîn jî ketin nav aloziyan.
Zarokên min sêwî, bûk bê mêr, mêr bêkês bûn. Hinekan ez zû ji bîr kirim. Hinekan qet şerm nekir û hatin di xaniyên nû de rûniştin.
Dîroka me ya hezar salan şêwitîbû. Lê jin, mêr û zarokan ji bo min xwe feda kirin, êdî qet xema min nîn e. Ew ê zarokên wan dîsa min şên bikin.
Xaniyên ku nû çêkirine nikarin bi kevirên şewitî re kapan bavêjin. Ev avahiyên nû wê zû werin xwarê. Nikarin li hemberî dîrokê li ber xwe bidin. Lê kevirên şewitî bi hezar salan li ber xwe dane. 

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613