Pêşangeha Sûretan bi sûretên ku di ‘pêşangeh’ekê de xuya dikin bi pêş de tê. Nivîskar Amîda romana xwe li ser felsefeyekê ava kiriye, ku tê de jiyan ji sûretan pêk tê û carinan mirov bi tenê di sûretekî de dialiqe. Wekî Fatîma Xanimê ya ku bi tenê di sûretê Aramê winda bûyî de aliqiye. Ku mirov li jiyana xwe vedigere, bi tenê pêrgî sûretan tê. Ku mirov bi wan sûretan sosyolojiya vê axê, dîrok û çîroka vê axê jî deşîfre dike.
Roman bi pêşangeha çaremîn, bi sûretên Fatîma Xanimê dest pê dike, ku li ber sikratê ye û li sûretên jiyana xwe vedigere. Sûretên ku bi 1915’an, bi tehcîra Ermeniyan dest pê dikin. Diçe tê li sûretê birîna xwe ya şêst û pênc salî dialiqe Fatîma Xanimê û nivîskar di destpêkê de dipirse: Mirov berê ji kû dera xwe dimire? Û bi pêşangeha pêşîn, bi sûretê Servên diqede û li sûretê dawî dîsa pirs dike nivîskar: Mirov berê ji kû dera xwe vedije? Bi vî awayî, roman di navbera mirin û vejînê de diçe û tê.
Pêşangeha Sûretan, yekem romana Îrfan Amîdayê helbestkar û wergêr, sercemeke sûretan e, bi zimanê xwe ve ji pênûsa helbestkarekî zeyîniye. Romaneke ku bi bêhna xwe ya fireh mizgîniyê dide ku wê Îrfan Amîda bi nivîsîna romanên nû yên bedew berdewam be.