Pandomîm-Berken Bereh
Helbest, ekonomiya peyvan e; bi peyvên herî hindik vegotina derbirînê ye. Ji lew re Berken Bereh’î, di Kurmancî de, bi formeke nûh a Rojhilata Dûr (Japonya, Çîn) — “hayko” — ku ji sê rêzik û hivdeh kîteyan pêk tê û témaya wê xweza-filosofî ye, helbest ava kirine. Lîrîzm, ku taybetmendiyeke sereke ya haykoyan e, jî ji bîr nekiriye.
Helbestkêr di pirtûkê de ev ekonomiya peyvan hinekî din bi pêş ve biriye û bi navê “pandomîm” — ku hunereke tê de tu peyv tune ne — xwestiye bi giştî peyvê ji holê rake; ji ber ku gava dozaja hestan gellekî bilind dibin, peyv dibin reben û dihelin.
Ji bilî vê, helbestkêr pênûs û kaxezên xwe danîne ber xwe û berî “Derba 12’ê Rezberê” ya hovanê, rojên xwe û yên me bi awayekî lixwemikurhatî ji hev veçirandine.
Berken Bereh’î, carina bi dest û lingan, bi çav û seriyan pandomîm kiriye; carina bi çend gotinên kurt haykoyan xweza, mirov û evîn vegotiye; û carina jî bi şêwaza helbesta sade bi xemgînî li xwe mikur hatiye. Ango, her ku di jiyanê de, likumiye helbestek ji ber lingê wî pekiyaye.
Ji bo hemû berhemên Weşanên Belkî vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Berken Bereh vir bitikînin