Nivişta Pirika Min

7,15 

ISBN: 978-975-8242-96-2

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUARAM172
Status2 Di stokê de hene
Categories

“Çi dem û wexta ku destê xwe dihingivînim vê nivişta ku gorbihuşta pîrika min daye min, mîna ku ruh ji min kişiyabe, bi carekê re dicefilim. Tu dibêjî qey tiştekî nedîtî û dûrî çavan, mîna enerjiyê ji nava niviştê derbasî serê tiliyên min dibe û ji wir jî li temamê bedena min belav dibe, laşê min dişibe, hişk dibe, bi ser hev de dicive û bê liv dimînim. Ziman li min dişikê, gotinek tenê jî ji nava lêvên min naşemite. Her carê demeke dirêj li wir dimînim sekinî, heta ku destê min diqerime û dixilxile xwarê. Wê hîngê ez bi xwe ve têm û careke din hêdî hêdî xwîn di canê min de digere. Paşê ez di bin çavan re li kesên derdora xwe mêze dikim, dema ez digihîjim wê qenaetê ku bala kesî li ser min e, hema ez xwe dixim rewş û halê xwe yê berê û deng ji xwe naynim. Nexwe wê navê dînbûnê bi dû min bixin û ez ê bihetikim, ku xwe bi ava heft çeman jî bişom ez ê nikaribim wî navî ji ser xwe bavêjim.”

….

“Rojekê piştî ku nimêja xwe qedand gazî min kir, ku ez biçim cem wê. Ez çûm û li tenişta wê li ser çokan rûniştim û min her du destên xwe danîn ser çokên xwe, mîna ku ez li hemberî tiştekî pîroz û miqedes çûbim secdeyê, min xwe nedilivand. Ez û ew bi tenê bûn. Destê xwe yê ricifokî bir paxila xwe û ji wir niviştek derxist. Bi destê min girt û nivişt xist deste min, “Bila ev nivişt li cem te be karxezala min. Têke stûyê xwe, ne bide hinekan û ne jî wenda bike. Nebî nebî ku tu van gotinên min ji bîr bikî ha! Te fam kir. Baş lê miqate be.” Gotinek jî ji devê min derneket, min digot qey ku ez tiştekî bêjim, ez ê gunehkar bibim. Min zîq li nivişta di deste xwe de mêze dikir.”

Agahî

Weight 0,14 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Ziman
Sal
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613