Zimanê kurdî di warê berhemên bi devki de gelek dewlemend e.
Bi taybetî jî di warê çîrok, destan, stran, gotinên pêşîyan û nifiran de berhemên bêhempa bi qîmet hatine afirandin. Nifir; bi piranî berhemên çanda gelirî yên oli ne. Bi “gotinên nexweş” be jî qêrînekî li dij neheqî û zilimkarîyê ye. Tiştên ku mirov bi xwe nikarin bikin, ji destên wan nayên, hêvî dikin ku bi rêya hêzên sersiruştî, bi emrê Xwedê, bi daxwaza pêxember, bi duayên şêx û meşayiqan heyfa wan ji yên misteheq bê standin. Asîmîlasyona li ser zimanê kurdî, qedexeya li ser dîrok, Çand û edebiyata kurdî rê nadin ku van berhemên biqimet ku bi çend sed salane ji nivşan derbasî nivşan bûne û heta vê rojê hatine, di nava gel de wek dema berê belav bibin, werin zanîn, geş bin û şax bidin.
Sed mixabin ji ber sedema asîlmîlasyonê, peyivandina kurdî kêm bûye. Ev yek jî bi xwe re qelsbûna veguhastina çandî ya bidevki anî ye. Helbet li ser vî mijarê kêmhebûna berhemên nivîskî jî bi xwe re bigiştî talûkeyeka mezin ya jibîrkirin û wendabûna berhemên bidevkî û bi taybetî ji yên nifirên çanda gelê kurdî tîne.
ji ber vê sedemê, dema min pirtûkek dixwend û têde rastê nifirekî dihatim min ew li derekî dinivîsî û diparast. Piştî demekî lê werqilîm ku min gelek nifir komî serhev kirine.
Min ji çend dost û hevalan re qala wê xebata xwe kir. Piraniya wan hevalan pêşnîyar kirin ku ez vê xebata xwe kur bikim û wek pirtûkekî pêşkêşî xwendevanan bikim.
Pêşnîyarên hevalan cesaret da min ku vê xebata xwe berdewam bikim û qismî be jî van berhemên çandî yên ku gelê me afiran- dine ji bîrkirin û wendabûnê xelas bin.