Seta Kurdîzanê

34,90  32,46 

ISBN: 9786058097582

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUMEZO-40
Status50 Di stokê de he ne

Kurdîzan Agahî

 

Kurdîzan ji bo asta destpêkê ji du pirtûkan pêk tê. Yek, Pirtûka Dersê ye, ya din jî Pirtûka Xebatê ye. Pirtûka Dersê li ser hînkirina temayên curbicur û mijarên rêzimanê radiweste, lê Pirtûka Xebatê tenê li ser rahênên van temayan û mijarên rêzimanê radiweste. Di Kurdîzanê da ji bo birêxistin û hêsankirina hînkarîyê, pergala unîte û dersan hatîye bikaranîn. Pirtûk ji du unîteyan û her unîte jî ji 14 dersan pêk tê. Bi tevahî 28 ders di Kurdîzanê da hene. Kurdîzan ji bo perwerdeya dibistanê, bernameyên lîsansê, lîsansa bilind, kursên taybetî û xebatên takekesî hatîye plankirin.

Di Kurdîzanê da rêbazên “ji hêsanîyê ber bi zorîyê ve”, “ji sadeyîyê ber bi alozîyê ve” hatine bikaranîn. Kurdîzan, wekî pirtûka hînkarîya zimanî, bi awayekî hevseng, bipêşvebirina her çar şîyanên bingehîn ên zimanî ji xwe ra dike armanc ku ew jî guhdarkirin, axiftin, xwendin û nivîsîn in. Di pirtûkê da rêbaza pevalînê (spiral approach) hatîye bikaranîn. Mijarên pêşîn di nava mijarên paşîn da hatine dubarekirin. Bi rêya dubarekirinê, mijarên berê bi dupatkirin û bibîranînan hatine xurtkirin. Her dersek, bi metin yan jî dîyalogekê dest pê dike, piştî wê mijareka rêzimanê cih digire û bi dû ra rahênan tên.

Herweha di dawîya her pirtûkekê da ferhengokek hatîye bicihkirin. Di vê ferhengê da manayên tirkî û îngilîzî yên bêjeyan hatine dayîn.

Agahî

Weight 0,70 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Isbn
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613