Mîrze Mihemed

8,60 

ISBN: 9786257085830

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNA131
Status2 Di stokê de hene

GIRÎNGIYA ÇÎRVANOKAN (ÇÎRÇÎROK)

Çîrvanok ji rastiya jiyanê dûr bên xûyan jî, ji bo her kesî, bi tay­betî jî ji bo zarokan dinyayeke awerte û rengîn diafirîne. Mafê hemû zarokan heye ku bikevine nava vê dinyaya derarastî û rengîn. Pêwist e ku hemû zarok li xalîçeya bi sêhr siwar bibin; behr, çiya, banî û robaran biborin, bigihêjin serê çiyayê qaf, bi Mîrza Mihemed an jî bi keybanûyekê ra di nava xasbaxçeyan da bigerin. Çîrvanok ji bo perwerdehî û pêşketina zarokan roleke girîng dilîzin. Ji bo mezinan jî weke kurteçîrok û romanan dibin sebir û tebat. Li gor zanyaran, zarok bi saya jiyanê bêhtir fêm dikin. Di jiyanê de haya wan ji gelek qencî û xerabiyan jî çêdibe. Di şer û têkoşîna nabvera qenc û xeraban de tim dibin alîgirên qencîxwazan. Di çîrokan da, bi giştî karakterên qencîxwaz bi ser dikevin. Ev jî dibe fikreke zindî yên serkeftina kesên dilpak. Za­rok berî ku di jiyana rastîn da karakterên curbicur bibinin û bina­sin, bi eriya çîrvanokannas dikin.

Çîrvanok, dinyaya xeyalên zarokan rengûreng û dewlemend dike. Zarok bi vegotin û xwendina çîrvanokan, peyvên nû hîn dibin û bi zimanekî dewlemend xwe bi rêk û pêk îfade dikin. Hêza raman û hestên xwe bi çîrvanokan ve dixemilînin û dike­milînin. Hunera hizirkirina jiyana nedîtbar bi çîrvanokan ve geş dikin. Pêwîst e ku hemû dê û bav ji zarokên xwe re çîrok/çîrvanokan vebêjin an jî bixwînin. Bi vegotin û xwendina çîrokan, di navbera dê, bav û zarokan da danûstandineke germ û bi dil û can çêdibe.

MÎRZA MIHEMED

 Mîrza Mihemed lehengekî ji çîrokên kurdan e. Her çiqas wek çîrok bên vegotin jî her çîrokek wî wek efsaneyekê ye. Pêwendîya wî ya bi Teyrê Sîmir û ajelên din ra jî taybetmendîyeke cuda ye. Mîrza Mehemed ne wek lehengekî ji rêzê ye, lewra ew naçe bi kes û şexsan ra nakeve şer û cengan, ew bes bi dêw û ejdarheyan ra dikeve şer. Bi piranî di hemû versîyonên çîrokên wî da şah­banûyek dîl dikeve destê dêw an jî ejderhayekî. Mîrza Mihemed jî şûr, mertal, tîr û kevanê xwe hildide û li pey xelaskirina wê şah­banûyê dikeve. Gava li pey şahbanûyê diçe, li ser rêya xwe rastî gelek ajelan tê,  alîkarîya wan dike û wan ji tengasiyan xelas dike. Carina çûçikên Teyrê Sîmir ji ejderha xelas dike, carina jî birînên şêrekî derman dike, carinan şûrê xwe li ser coyekê ra dike pire û morîyan di ser ra derbasî alîyê din dike. Carinan xwedîtîyê li beqekê dike û carinan jî xwedîtîyê li kerekî dike,  an jî têjikên mar, kûçik, pisîk û mişkê ji destê zarokan xelas dike.

Mîrza Mihemed karakterekî xêrxwaz û qencîxwaz e. Her tim  alîkarîya mirovên ketî û ajalan dike. Ji ber vê yekê ew ajal jî tim jê ra dibin pal û pişt û alîkarên wî, ew jî bi alîkarîya wan bi hêsanî digihêje armanca xwe û şahbanûyê ji dastê dêw û ejderheyan rizgar dike, ji bilî van hemû taybetmendîyan, ew xwedî soz û qirarê xwe ye û di heman demê da ew yekî efûker e. Her çend xerabîyên giran jî lê tên kirin jî ew dîsa dijminê xwe dibexşîne.

Min ev deh çîrvanok ji devê vegêranên cuda û ji çend pirtûkên nivîskaran girtîye. Her çend ew çîrvanok min ji pirtûkên nivîska­ran girtibe jî min di zarokîtîya xwe de wan çîrvanokan bihîstibû, lê ji ber ku zêde dem di ser re borîye,  min hinek beşên wan ji bîr kiribû,  bi saya serê wan ew beşên min jî bir kiribûn ketine bîra min û ew beşên  min jê dizanî, min lê zêde kir, ji bo vê yekê  ez serê ewil spasîya vegêran Mem Bawer û Edalet Tan dikim, û spasîya nivîskar Riza Çolpan, Îkram Îşler û Nihat Öner dikim.

Agahî

Weight 0,20 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar