Memê û Eyşê

6,99  5,94 
-15% Erzanî

ISBN: 9786059014427

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-020
Status3 Di stokê de hene
Categories
ELÎ AXA: Lawo, çima tu min xelq hesab dikî?! Ne axir ez axayê we me, ez û bavê te bi tevayî mezin bûne, em bibêjin, wextê ku bavê te mir, min hindik komek daye dêya te?
MEMÊ: Tu kurê axa, bavê min kurê kesîban, we çi hevaltî bi hev re kirîye? Em bibêjin, niha ez û kurê te, qey em dikarin bi hev re hevaltîyê bikin? Na xêr, em nikarin. Kurê kesîban bi kurê kesîban re hevaltîyê dike, kurê dewletîyan jî bi kurê dewletîyan re hevaltîyê dike.
Ji Perdeya Duduyan
Xelîlê Çaçan (Mûradov) ê nivîskar, radyokompozîtor û serokê navdar ê Radyoya Kurdî ya Rewanê û kedkarê çanda Kurdên komarên Sovyetê û tevayîya Kurdistanê, pîyesa Memê û Eyşê di sala 1978’an de nivîsîye û di salên 80’yî de ev pîyes ji alîyê Kolektîva Têatroya Elegezê ya Kurdan ve bi şêweyekî serkeftî hatîye lîstin, Wezareta Rewşenbîrîyê ya Ermenistanê jî helsengandîye ku ev şanoname dikare di şanoyên Yekîtîya Sovyetê de bê pêşandan.Xelîlê Çaçan beyt û serhatîya zargotina Kurdan a bi navê Memê û Eyşê, ku gelek guhertoyên wê hene, veçêkirîye û bi forma şanoyê nivîsîye, kirîye pîyeseke ji pênc perdeyan, ku bûyereke trajîk a di civaka Kurd de qewimî bi Kurmancîyeke bedew pêşkêş dike.Şanoya Kurdan pê de pê de xwe digihîne Kurdistanê û cîhanê û girîng e ku hemû deqên şanoya Kurdî yên kevn û nû bên çapkirin û li ber destên kedkarên vî warî bin. Lîs şanazîyê pê dike ku pîyesa Memê û Eyşê ya Xelîlê Çaçan cara yekem diweşîne.

Agahî

Weight 0,15 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Werger
Rûpel
Pîvan
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar