Li Çîyayên Kurdistanê

9,02  8,39 

ISBN: 9786059082808

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVES-096
Status2 Di stokê de hene

Helmut Karl Bernhard von Moltke (1800-1891) efserekî navdar ê artêşa Prûsyayê û yek ji mezintirîn teorîsyenên leşkeriyê yên dîrokê ye. Di xortaniya xwe de derdikeve seyehateke Ewropaya başûr û rojhilat, demekê li Stembolê dimîne û ji hêla Siltan Mehmûdê Duyem ve tê vexwendin ku ew bona modernîzekirina artêşa Osmaniyan jê re şêwirmendî û alîkariyê bike. Moltke vê dawetê qebûl dike û ji 1835an heta 1838an li Stembolê dimîne. Ew di ber re xwe dielimîne tirkî, li derdora Stembolê derdikeve geşt û geran. Di sala 1838an de bi wezîfeya teftîşkirina artêşên Anatoliyayê, wî dişînin Anatoliya û Kurdistanê ku ew wê demê bi serleşkeriya Hafiz Osman Paşa derketibûn sefera li ser kurdan û sefera li hember artêşa Mehmed Alî Paşayê Misirî. Ev kitêba ku di 1841ê de li Almanya bi navê “Nameyên derbarê şert û mercên li Tirkiyê yên ji sala 1835an heta 1839an” hatiye çapkirin yek ji teksten girîng ên kurdolojî ye. Beşên ku di vê kitêbê de cih digrin, beşên ku von Moltke bona teftîşkirina artêşên Anatoliyayê, berê xwe dide ser Anatoliya û Kurdistanê û heta bi dawîbûna Şerê Nizibê pêk tê ku ew name di salên 1838-1839an de hatine nivisîn. Di vê midetê de von Moltke dibe şehdeyê rapêçandina keleha Seîd Beg, sefera ser çiyayên Xerzan û axirî bi dûvdirêjî qala şerê Nizibê dike. Von Moltke di nameyên xwe, di geşt û gerên xwe û di qalkirinên xwe yên şer de ne wek leşkerekî bes qala tiştên mekanîk û rûxsar dike. Geh wek erdnîgarnasekî dûr û dirêj qala erdnigariya derdorê dike, geh wek dîrokzanekî hûr û kûr qala dîroka bajêr û gundên wan deran dike, geh wek civaknasekî têr û tije qala edet, rêûrismên civakên di nav de dimîne dike û geh jî wek pêşbînekî pêşbîniya kêşeyên Rojhilata Navîn û çareseriyên wan tîne ziman

 

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Werger
Weşanxane
Kategorî ,
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613